ji nû ve kirin
Ji bo navdêrê binêre: jinûvekirin
Bilêvkirin
biguhêreLêker
biguhêreji nû ve kirin (lêkera gerguhêz) | ||
---|---|---|
Rehê dema niha: | ||
RP. Niha | ||
ez | ji nû ve dikim | |
tu | ji nû ve dikî | |
ew | ji nû ve dike | |
em, hûn, ew | ji nû ve dikin | |
Fermanî | Yekjimar | ji nû ve bike |
Pirjimar | ji nû ve bikin | |
Rehê dema borî: | ||
RP. Boriya sade | ||
min | ji nû ve kir | |
te | ji nû ve kir | |
wê/wî | ji nû ve kir | |
me, we, wan | ji nû ve kir | |
Formên din: Tewandin:ji nû ve kirin |
ji nû ve kirin lêkera hevedudanî, gerguhêz (forma navdêr jinûvekirin)
- careke din kirin, dubare kirin
- Di berjorvekirina baskan de, baldarîya wê kêm bû. Ev ceribandin deh caran ji nû ve kir, leza wê bi ser bîst mîlî diket. — (Richard Bach (wergêr Osman Ozçelik), QAQLIBAZ, WEŞANÊN FIRAT, 1994, r. 14)
- Piştî ku Erebistana Siûdiyê balyozxaneya xwe li Bexdayê ji nû ve kir, tê pêşbînîkirin ku rêveberiya Iraq û Siûdiyê li hemberî rêxistina DAIŞê hevkariyê bikin. — (Siûdî piştî 25 salan li Bexdayê ye [arşîv], rudaw.net, 01-01-2016)
- Li navçeya Berwarî ya Sêrtê trajediya ku Kader Erten di wê 14 saliya xwe de jiyaye, destdirêjiya li hember zarokan û zewaca bi darê zorê ji nû ve kir rojevê. — (Di 13 Saliya Xwe de Ji Cîhana Zaroktiyê Hat Qutkirin û Firotin! [arşîv], ozgurhabergazetesi.com, 19.01.2014)