Bilêvkirin

biguhêre
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî hupiz hupiz hupiz
Îzafe hupiza hupizê hupizên
Çemandî hupizê hupizî hupizan
Nîşandera çemandî hupizê hupizî wan hupizan
Bangkirin hupizê hupizo hupizino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî hupizek hupizek hupizin
Îzafe hupizeke hupizekî hupizine
Çemandî hupizekê hupizekî hupizinan

hupiz mê û nêr

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.
  1. zikberdayî, zikwerimî, zikmezin, terikî, laşgir, laşmezin, obez.
  2. xurt, qelew, qerase.
    • Ji bin gîhê min dîna xwe dayê merîkî hupizî bejineke dirêj lê, qasî ejdahakî, qafekî terikî lê, simêleke bijoqî qaline lê, birû hatibûn ketibûn ser çeva, meriv nizanibû çevêd wî hene, yan na, dirganeke hesinî dêst da derê merekê vekir, hate hundurê merekê. — (Erebê Şemo, Şivanê Kurmanca (roman), Yêrêvan, 1935)
    • (Mala Elî Axa). Kulavê xuristanî raxistî ne, ser wana balgîyên quştukî ne. Elî axa, ku merîkî hupizî ye, birûyên wî tên dikevine ser çevên wî, çûx-çerkezî lê ne, kolozê xwe danîye ser çoka xwe, şe’r-temezî daye dorê. — (Xelîlê Çaçan, Memê û Eyşê (piyes), Yêrêvan, 1965)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre
   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
,