Bilêvkirin

biguhêre
  •  IPA(kilîd): /heːˈɾoː/
  • Jihevqetandin: hê‧ro
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêro hêro
Îzafe hêroya hêroyên
Çemandî hêro hêroyan
Nîşandera çemandî hêro wan hêroyan
Bangkirin hêro hêroyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêroyek hêroyin
Îzafe hêroyeke hêroyine
Çemandî hêroyekê hêroyinan
 
Hêroyek

hêro

  1. Riwekek kulîlkdar e û nexşîn e.
biguhêre
  • Alcea rosea, Althaea rosea
  • Althaea chinensis
  • Althaea ficifolia
  • Alcea kurdica

Etîmolojî

biguhêre

Gengazkî ji proto-îranî *hárah, ji proto-hindûîranî *sáras (avzê) ji derika çê bûnê a vî giyayî, ji proto-hindûewropî *sélos ~ *sélesos (avzê, çirrav). Hevreha yûnaniya kevn ἕλος (hélos, avzê), ermeniya kevn եղտիւր (ełtiwr, avzê). Ji vê reha hindûewropî herwihan Sarasvati, ji proto-hindûaryanî *SáraswatiH, sanskrîtî सरस्वती (sárasvatī, çemê çîvanokî a li Rigvedayê; êzda zanahiyê a hindû), avestayî 𐬵𐬀𐬭𐬀𐬓𐬀𐬙𐬍(haraxᵛatī, çemkê Hilmendê), farisiya kevn 𐏃𐎼𐎢𐎺𐎫 (h-r-u-v-t /harauvati/).

Heke teşeka resen pêşîn hîro nebe, dibe ku rasterast ji wî navê êzdekê hatibe.

  • *Sáraswāns ("avzê-kî, çirravî") > *Hárahwāh > *Hárāwā > *heraw > hêro

Nê hevrehên wê ên îranî teşeya *Hárahwatī didin nîşanê, herçendî eva pêkanîkê kêmtir nakibe jî. Herwihan bi kurdiya îro jî kirpandin ser -ê- ye (hḗro) û ne -o- (*hêró) herwekî wê bêjeya proto-hindûîranî.

Gelek navderên dînewer û pîroze di serdema îraniya nû da ketin navên giyayan; bide ber sping û farisî اسفند(isfend, kevot) (>kurdî isfendan), espender. Herwihan xuyanga hîroyê li kulîlka lotûsê diçe, ku di serdema Îraniya navîn da hêmayeka wê êzdeyê bû.

Alternatîvkî, hevreha farisî خیری(xîrî), خیرو(xîrû), خیلو(xîlû), خیلوج(xîlûc), farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (hêrîg), nê yeksana wan a kurdî helîk e û navê giyayekî din e.