farismancî
Çavkaniya vê peyvê tune ye û ji ber wê peyitandina agahiyan ne mimkin e. Ji bo başkirina vê peyvê ji kerema xwe re çavkaniyan pê ve bike. Herwiha binêre gotûbêja li Wîkîferheng:Daxwazên peyitandinê. (+) Li çavkaniyê bigere: "farismancî" – nûçe · kitêb · zanyar · wêne |
Kurmancî biguhêre
biguhêre
farismancî mê
- kurmanciya yan kurdiya di bin tesîra farisî de,
bikaranîna kurdî/kurmancî li gor mantiqa farisî,
bikaranîna gelek peyvên farisî di kurdî/kurmancî de:- Mirov ji farismanciya wî tiştekî fehm nake.
- Dev ji wan peyvên farismancî berde!
- "Di farisî de carinan na- dikeve berî navdêran û wisa rengdêran çêdike. Ev diyarde ji tesîra farisî carinan di soranî de jî tê dîtin. Lê ji bilî çend nimûneyên farismancî yên wek naumêd (bêhêvî, bêumêd), di kurmancî de bi pêşpirtikên na-, ne- mirov nikare navdêran bike rengdêr." (Husein Muhammed: Peyvsazî di zimanê kurdî de, r. 46, sal 2016 [[1]]
Herwiha biguhêre
Têkildarî biguhêre
Bide ber biguhêre
Bikaranîn biguhêre
Nûpeyvek e ku ji têkildarên xwe erebmancî û bi taybetî jî tirkmancî kêmtir tê bikaranîn lê ber bi belavbûnê ye. Ji bilî kurdî, ew herwiha di farisî de jî bi awayê فارسمانجی (farsmancî) tê bikaranîn, bi taybetî dema ku kurdên Xorasanê û yên Rojhilata Kurdistanê behsa tesîra farisî li ser kurdî dikin.
Etîmolojî biguhêre
faris(î) + (kur)mancî, li ber modela tirkmancî.