ewlewiyet
Navdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | ewlewiyet | ewlewiyet |
Îzafe | ewlewiyeta | ewlewiyetên |
Çemandî | ewlewiyetê | ewlewiyetan |
Nîşandera çemandî | wê ewlewiyetê | wan ewlewiyetan |
Bangkirin | ewlewiyetê | ewlewiyetino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | ewlewiyetek | ewlewiyetin |
Îzafe | ewlewiyeteke | ewlewiyetine |
Çemandî | ewlewiyetekê | ewlewiyetinan |
ewlewiyet mê
- Destpêkirina yan pêşniyazkirina karekî.
- Hevmane: pêşgavî, înisiyatîv
- HHK daxwaza peywendiyên baş ên li gel Tirkiyeyê bi ewlewiyeteka mezin dike. Gelê tirk heval û cîranê me ye ku me pê re gelek mişterekî hene. Bazirganî û sermiyangêrriya tirk wasitayek e ji bo pêşkevtina aborî ya devera me. Her awe nelihevkirin an pirsgirêkên navbera HHK û Tirkiyeyê divê bi riyên dîplomasî û diyalogê bên çareserkirin. HHK bi kêfxeşî pêşwaziya çareserkirina her awe pirsgirêkên mişterek yan ên azirî bi riya diyaloga raserast a li gel Anqerê dike, pirsgirêka PKK-ê jî tê de. Midaxelekirinek ê texrîbkar be ji bo hemû Iraqê, ji bo Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî. — (Daxwiyaniya Hukumeta Kurdistanê li ser biryara Parlamentoya Tirkiyeyê, Netkurd.com, 10/2007)
Etîmolojî
biguhêreJi erebî أولوية (ewlewiyet), têkilî ewil.
Werger
biguhêre- Almanî: Initiative → de m, Veranlassung → de
- Bulgarî: начинание → bg n (načinanie)
- Esperantoyî: iniciato → eo, iniciatemo → eo
- Ferî: framtak → fo, tiltak → fo
- Fînî: aloite → fi
- Fransî: initiative → fr
- Holendî: initiatief → nl, ondernemingslust → nl
- Îngilîzî: initiative → en, introduction → en, start → en, innovativeness → en
- Spanî: iniciativa → es