Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
pêşniyaz  / pêşniyar
Tewandina pêşniyaz  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pêşniyaz pêşniyaz
Îzafe pêşniyaza pêşniyazên
Çemandî pêşniyazê pêşniyazan
Nîşandera çemandî pêşniyazê wan pêşniyazan
Bangkirin pêşniyazê pêşniyazino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pêşniyazek pêşniyazin
Îzafe pêşniyazeke pêşniyazine
Çemandî pêşniyazekê pêşniyazinan

pêşniyaz m

  1. Tişta/ê ku têt pêşkêşkirin bi armanca ku bêt pejirandin.
    Hevmane: teklîf, propozisyon, pêşnima
    • - Gelek baş e, dapîrê jî ev pêşniyaza xwe avête ber wan (...) — (Sidqî HirorîKurê Zinarê Serbilind, Weşanên Nûdem, Stokholm, 1996, r. 18)
    • Lê ev pêşniyazeke baş e û divê em li dor maseyekê li hev rûnên (...) — (Firat CewerîKultur, huner û edebiyat, Nûdem, 1996, r. 306, ISBN 91 88592-251)

Herwıha

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Deyn ji soranî پێشنیاز (pêşniyaz) ku ew jî bixwe neolojîzmek e. Bide ber farisî پیشنهاد (pêşnihad).

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 453.