Kurmancî biguhêre

Lêker 1 biguhêre

dewixîn negerguhêz

  1. Bê taqet û bê hal ketin, bê taqet bûn, gelekî betilîn, ji hevdû ketin, ji hal de ketin
    • Mine heq û hed di pirsan de nedît, ne mecbûr bûm guhê xwe bel bikim û bi serekî dewixî debar bikim li ber eletewşiyeke di vê berbanga ku ruh, beden û mêjiyê min kerixîye de. — (Rindiyek Ewê Cîhanê Rizgar Bike!, Hasan Kaya, 07/2009, zincirlikuyu.net)
    • Li metrepolê ku hewa wî di nav saetekê de, car caran tê guhertin; carcaran bayekî hênik ji aliyê Bosforê tê û kincên mirov ên ku ji xwêdanê şil bûne, bi laşê mirov ê dewixî ve dizeliqîne…di demê weha de, xwarinên herî xweş bêtam dibin gelek caran li restaurantên elît û naskirî; tenê mirov dixwaze xwe bera nav aveke sar bide, xwe bispêre siya çinareke kevnar û gotinene nazik û birehm. — (TENÊTÎ, ŞEV Û PERA, Hasan Kaya, , 07/2007 pen-kurd.org)

Tewîn biguhêre

-dewix-

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre

Lêker 2 biguhêre

dewixîn negerguhêz

  1. Bi taybetî ji sedemê kalbûn yan pîrbûnê yanî bi mezinbûna temenê mirovan ve jar bûna hiş û zîrektiyê; ji ber mezinbûna temenê mirov wendabûn yan jî qelsbûnek zêde ji fonksîyonên hiş û mejî. Bi taybetî li gel peyva "serî" tê bikaranîn.
    • Olîgarşiya înkarker xwe li ser tinebûna ê din diafirîne. Bêguman tinebûna vî mejî û zêhniyeta dewixî jî bi dawîhatina înkarê dibe. Nexweşiya wê û bêzariya wê jî bi vê dibe. Mîna bawiyekî ye. Sura bayê jî rabe arsimî dibe û bi tebekê dikeve. Xwe ranagire û beqa nake. Yanî bi kurt û kurmancî nexweş e. — (rojinliyiz.net, 03/2007)
    • Kalkan ev nêzîkatiyên Erdogan weke 'mejiyê kesekî dewixî' bi nav kir û gotinên Başbûg jî nirxandin. — ('YAN HEZ BIKE YAN JÎ BITERIKÎNE', 11/2008, rojaciwan.com)

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre

Lêker 3 biguhêre

dewixîn negerguhêz

  1. Wexta ku tiştek piştî derbekî bipelixe û ziyanê jê bibîne. Her wiha ji bo teneke û alavên ku hesinên derdora wan ber bi hundir ve diçewise tê gotin.
    • Tenekê rûn yê ku Qado ji Elajgirê stendibû, bi herdu aliyên xwe ve mîna serê Qado bi xwe dewixî bûn. — (ji devê kesekî serhedî, 24/06/2014)