Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina bazinedaçek  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bazinedaçek bazinedaçek
Îzafe bazinedaçeka bazinedaçekên
Çemandî bazinedaçekê bazinedaçekan
Nîşandera çemandî bazinedaçekê wan bazinedaçekan
Bangkirin bazinedaçekê bazinedaçekino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bazinedaçekek bazinedaçekin
Îzafe bazinedaçekeke bazinedaçekine
Çemandî bazinedaçekekê bazinedaçekinan

bazinedaçek m

  1. (rêzimanî) Coteke daçekan ên ku li her du aliyên temamkerekê tên.
    Hevmane: dordaçek
    • Bazinedaçek ew daçek in ku ji pêşdaçek û paşdaçekekê pêkhatî ne, wek; bi… re, bi… de, bi … ve, di … de, di… re, ji… de, ji … re, ji … ve. — (2020Umran ARANStratejiyên Cihguhertinê û Hevokên Kompleks di Kurmancî de [arşîv], diyarname.com)
    • Wek ku tê zanîn di Kurmancî de du cûre daçek hene ku yek jê pêşdaçek (preposition) û ya dudan jî bazinedaçek (circumposition) in. Pêşdaçek berî navdêran tên lê bazinedaçek du beş in ku yek berî û yek jî piştî navdêran tê. — (Kovara Rojava, Hin Xalên Sereke yên Rastnivîsîna Kurmancî [arşîv], 2019Dr. Mikaîl Bilbil, hj. 1, r. 7)
    • Dikare bê gotin ev mînak zêdetir di peyva ku bi bazindaçeka (ji ... -ra/re) re xwe nişan dide. — (Humanities Journal of University of Zakho, FONETÎKA DEVOKA SEMSÛRÊ [arşîv], 2018Şerif GÜZEL û Zafer ATLI, hj. 6, r. 145)
    • Bêjeya ku di navbera bazinedaçekan de bihê nivîsîn, divê ku bihê tewandin. — (2012Mistefa AydoganRêbera Rastnivîsînê, Rûpel, r. 223)

Têkildar

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji bazine (xelek, çember) +‎ daçek.