Wîkîferheng:Daxwazên peyitandinê/destpêk

Portal > Peyitandin > Pîvek


Ev rûpel ji bo daxwazên peyitandinê yên ji bo peyvên kurdî ye.

Destpêkirin: Heke ji hebûna mane yan peyvekê guman hebe, pêşî divê şablona {{bêçavkanî}} ji bo hemû gotarê an şablona {{p-mane}} ji bo tenê maneyekê zêde bikin. Piştre, pê li (+) bikin û peyv an maneyê li vê rûpelê zêde bikin.

Peyitandin: Ger peyvek di sê berhemên cuda de tê bikaranîn, ew peyv wek peyitandî tê qebûlkirin. Divê di navbera weşandina her sê çavkaniyan de herî kêm salek derbas bûbe. Ji bo alîkariyê binêrin: Çavkanî û Jêgirtin

Encam: Piştî mehekê heke peyitandin çêbûye, divê şablona {{peyitandî}} were bikaranîn. Heke peyitandin çênabe, divê {{nepeyitandî}} were bikaranîn û mane an peyv jê were birin. Herwiha kopiyeke gotûbêja daxwaza peyitandinê jî li gotûbêja peyvê were zeliqandin.

Arşîvkirin: Piştî encama peyitandinê, ji bo arşîvkirinê divê hefteyekê bisekinin. Ku ti kes îtîraz neke, encam bi şablonên {{arşîv-ser}} û {{arşîv-bin}} di gotûbêja peyvê de tê qeydkirin û ji rûpela Daxwazên peyitandinê tê birin. Bo mînak bnr. Gotûbêj:hilinder û Gotûbêj:kepole. Ji bo hêsankirina arşîvkirinê hûn dikarin vê amûrê bi kar bînin.