Kurmancî biguhêre

Serenav biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar
Navkî Salonîkî
Îzafe Salonîkiya
Çemandî Salonîkiyê
Nîşandera çemandî Salonîkiyê
Bangkirî Salonîkiyê
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar
Navkî Salonîkiyek
Îzafe Salonîkiyeke
Çemandî Salonîkiyekê

Salonîkî

  1. Awayekî din yê nivîsîna Selanîk.
    • Di salên 1990-91 da, min li ser banda FM, di radyoyekî ku li bajarê Salonîkî û li çend bajarên derdorê da jî dihate sehkirinê, dest bi bernameyekî kir. — (Hevpeyîvîn bi Serhad Bapîr re - II [arşîv], zazaki.net25.01.2010)
    • — Roşan Lezêgîn: Bibexşîne. Ev bajarê Salonîkî ku tu behsa wê dikî ew bajar e ku em bi navê Selanîk dizanin? Ciyê ku Mistefa Kemal lê hatiyê dinyayê?
      — Serhad Bapîr: Belê her ew bajar e. Yunan û îngilîz jê ra dibêjin “Thessalonîkî”, fransiz jî dibêjin “Salonîque”, ez dibêjimm qey em kurd jî dikarin bêjin “Salonîkî”.
       — (Hevpeyîvîn bi Serhad Bapîr re - II [arşîv], zazaki.net25.01.2010)
    • Mîr Celadet jî bi bavê xwe re geh li Stembolê, geh li Edirna, geh li Qonya, geh Enqera, geh li Filistînê li Ek-ka û Nablus û geh li Salonîkî li Yûnanistanê bû. — (Mîr Celadet Bedirxan (1893 - 1951), jiyan û ramanên wî [arşîv], xoybun.com)

Herwiha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Navmiletî bide ber rusî Салоники (Saloniki), almanî Saloniki ji yûnanî Σαλονίκη (Saloníki) ji forma kurtkirî ya Θεσσαλονίκη (Thessaloníki).