Kurmancî biguhêre

Serenav biguhêre

Rom

  1. serbajarê Îtalyayê
  2. Împaratoriya Romê: dewletek bû ji sala n. 750ê bZ ta n 350 pZ
    bi taybetî li Îtalyayê lê demekê xwe gihandibû hemî başûrê Ewropayê û bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn
    • Dewleta Romayê ya BM di sala 753'yan da hatîye sazkirin û bûye împeratorîyeka gelek mezin, piştê Mîladê di sala 395'an da hatîye parçekirin û navê parçeyeka wê bûye "Roma Rojhilat", navê parçeya wê ya di jî bûye “Roma Rojava". Ji Roma Rojhilat ra "Bîzans" jî hatîye gotin."Ew şepala şox û şeng e/kafira Rom û Fireng el dame ber cotek xedenge/ zalimê, kuştim bi dox!" (Melayê Cizirî) — (M. Emîn BozarslanFerhanga Kurdî, Weşanxaneya Deng, 2008, r. 935, ISBN 978-975-7011-99-6)
  3. Dewleta Osmanî
    • Dewleta Osmanî; dewleta ku padişahên Osmaniyan li serê wê bûne, ew gêrane, imperatoriyeka gelek mezin bûye û di dûwayîya Şerê Pêşin ê Cihanê da hilweşiyaye, dûwayî li hebûna wê hatiye. Emma ji ezel Xwedê wisa kir/ ev Rom û Ecem li ser me rakir". (Ahmedê Xanî) “Gulê dêran, Gulê dêran!/Bila agirê kulê têkeve mala Roma xayîn, li mala bavê mi evdala Xwedê aniye koka şêran û mêran!(Sitrana Civatan)Bextê romê tune.(Gotinê pêşîyan)Dilopên gomê, seyên zomê, virrên romê(Gotinê Pêşîyan) yanî ew pirin. — (M. Emîn BozarslanFerhanga Kurdî, Weşanxaneya Deng, 2008, r. 319, ISBN 978-975-7011-99-6)
    • Gotinekê Kurmancan heye dibêje: Tu çendî dûrê Romê bî ew çend nezîkî Xwedê yî — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 110, ISBN 9789944360678)
    • …Wî dilê xwe de got:’’Kulê tu bi min de bê yî, van li welatê Romê koka Kurmancan anî, livan deran jî evin teşkîl dikin, serê rêya digirin, merivan dişêlînin û dikujin, miletan berî hev didin. — (Erebê Şemo: Jiyana Bextewar,r.146)
  4. yûnanî yan Yûnanistan

Herwiha biguhêre

biguhêre

Ji wêjeya klasîk biguhêre

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre