Safî şemirand, vexwerî durdî Manendê durê, lîsanê kurdî (Xanî)

Durxaneya Cellikanî

Neteweyek Fire-Ziman ,Dewsa Zimanek Fire-Zarava

Kurd neteweyekî fire-ziman e . Gelek netewe hene zimanê wan yeke, li dij vê gelek netewe hene zimanê wan ji yekê zêdetir e. Beramber wê em dibînin ku gelek ziman hene pir netew bi wî zimanî diaxêvin û dîsa pir ziman hene tu kesek pê naaxêve.

Jiyan rengîn û rengînî Zimanan tiştekî wisa ye.

Dimilî, Lorî, Soranî,Goranî, Kurmancî…

Ev tev Zimanên kurdî ne. Erê we çewt nebihîst. Ne zimanê kurdî,lê zimanên kurdî. Kesen nikare bi dimilî re bibêje ``zarava``. Herwiha kesen nikare bi kurmancî re jî bibêje `zarava``

Bir rastî ev zimanên ku min li jor hiljimartin, ziman in ango zar in ne zarava ne. Her yek bixwe bi serê xwe ziman e. Zimanekî hevser û yeksan û azad. Kesek nikare zimanekî ji zimanên kurdan dabiêxe pêpûleyek berjêrtirîn. Kesek dimilî nikare bike ``plattdeutsch`a `` kurdî an kurmancî. Kesen nikare kurmancî bike kurdî.

Leceke xwedest û netê nav kurdên li Tirkiye`yê heye. Lec ev e. Gelo zaza kurd in an ne ?

Ez şora xwe a dawiyê di serî de bibêjim. Ez ê nemayî dikim destê xwenezanan.

Helbet zaza kurd in.

Zazaki jî kurdî ye.

Ger zaza ne kurd in, ma kî kurd e an kurd kîne ?

Ev lecek netêw û netî ye

Ka bila bihêlin ez ji we re li ser vê biyavê ramanên xwe vebêjim.

Her neteweyek jiyeneke xwe xwemal heye. Merc û hoyên derkeftina her neteweyî cihê ne. Felqa di nava netewya ereb û kurd de mezin e. Felqa di navbera zîstina neteweya alman û Japonan de ji mezin e.

Kurd ji van komegelên jêrîn vedicemin;


Kurmancî, goranî,dimilî ,soranî lorî

Hinek behleyên me ra dibin ser piyan wisa diqîrin;

Gelo zaza kurd in an ne?

Bavo ger zaza ne kurdin le çine ?

Em pirsa xwe wisa bi wekilînin

Gelo kurmanc kurd in an ne ? Gelo soran kurd in an ne ?

Gelo goran kurd in an ne ? Gelo lor kurd in an ne ? Ger ne kurd bin wê bi çi bin, an çine ?

Di van pirsan de behletî heye ,debengî heye, ehmeqî heye.

Di vir de analojiyeke çewt û çepel tê kirinê. Peywendiya di navberê Tirk û kurdan de tînin bi peywendiya zaza û kurdan ve dikemperînin û berawird dikin . Ev sengandina bi tevahî û ji binyadê ve çewt e. Ev sengandin sengandina sêv û dîva ye. Goya jibona rûmeta zanistiyê hinek vê kemperandina berevajî tînin didin ber me kurdan. Di vê de bi rastî maytêkirina dûgela tirk bêguman e. Kurdan têkiliyên xwe bi tirkan re çiye?

Hîç…

Ev her dû peywendiyan têkilî bi hev re tûne ne . Peyewendiya tirk û kurdan peywendiya marastina welatekî ye . Lewre peywendiaya dimil û kurmancan an a dimil û kurdan arîşeyeke danasandineke zanistî ye. Tu neteweyek bi navê ``kurd`` tune ku devalêk zaza kiribin marastgeha xwe û zimanê wan qedexe kiribin.

Berevajî dûgela tirk hemî zazakî hemî jî kurdî ango kurmancî jibo ku zimanên kurdî ne qedexe kiribû.

Ev qes…

Gelek bi navê kurd tune ye. Gelê ku em pê re dibêjin kurd an zaza ne an jî kurmanc in, an soran in an goran, an jî lor in. Kurmanc û kurd ne hevwateyê hev in. Soran wisa dibêjin `em kurd in evê din kurmanc in`. Min peyva kurd deh saliyê xwe de bihîst. Gava ez çûm şehrê min j devê tirkan bihîst ku ez kurd im . Min heta hîngahê xwe wek kurmanc diberisand. Min peyva kurd cara ewil wê demê bihîst. Hin zaza bi xwe re dibêjin em ``kurmanc`` in, hinek jî bixwe re dibêjin em ``kird`` in.

Kesek nizane ka kurd kîngah hatin kurdistanê. Kesek nikare bibêje zaza ji vir hatin û kurd ji cihê din. Kurd çi zaza,çi kurmanc û çi ên din ji kûrahiya dîrokê pêve bi hev re derketine ser rûyê zevê. Tu kes nikare bibêje berê ew hatin paşê ên din.

Tirkan her zêde li ser kurdên zaza stemkariya xwe verişandin. Herî zêde li ser wan tundî û tûjiya faşîzma xwe darêtine. Ew jî nîşaneya pûxtebûna kurditiya zaza ne.

Şêx Seîd û Seyîd Riza her wiha kesayetên din ên pêşawa ku xwestine Kurdîstanê ava bikin gişt ji berî herkesî ji zaza derkeftine.

Ma ew çawa dibe ?

Hîngah em dikarin pirsa xwe berevajî dubare bikin;

Gelo kurd kîne ?

Kurd ji aliyê gelên derdor ve hatine daniyasandin, ne ji aliyê xwe ve. Kesek nikare xwe bi tenê dabinasîne. Tenêtî nenas e. Ger dijberê tiştekî nebe hember jî nabe. Hember li dûv dijber tê şayesandin. Bê hember dijber nabe,bê dijber hember nabe. Ev dijbêjiya heyistê ye.

Berê her tişti ji aliyê sûmeriyan ve ,paşê ji aliyê akadiyan pişt re asûr û babiliyan ve hê dû re jî ji aliyê ereban ve kî kurd e kî ne kurd e hatin aşkartin.

Em bixwe bi serê xwe nikarin nasname û kesnameya xwe bidin selimandinê . Ev kar ne di destê me de tenê ye.

Nasnameya gelekî ji aliyê dîrokê ve tê afirandin. Bi hezeran, tew bêbers eger û hêmanên piraştina nasnameya kurd hene.

Nasnameya kurdî ne wek ya almanan e ne jî wek ya ereban e. nasnameya kurdî xweser û xwerû ye.

Kifş û diyar e ku kurdan xwestine ku di nava hevde ango navxwe de jî xweseriya nasnameyeke arizî heta pileyeke hawe hebin û wê biparêzin . Ev jî tiştekî têgihiştbar e.

Gelên li çiyayê Zagrosan jiyane re ji berê de gotine ``kurd``. Navê kurdan ji karda,kardû ji sûmerî tê ku wateya wê kur=çiya,kur=dijmin tê ye. Komegelên li deştê mirovên li çiya hem wek ``çiyayî`` hem jî wek ``dijmin` şayesandine. Ger mirov di kuncê wan re li cihanê binêre helbet ev şayesandina hanê jî di nav û naveroka xwe de dirsût e.

Kurd bi xwe jî çiyan wek cihê azadî û serbestiyê dibînin û dibersînin. Ji hêla kurdan de jî evra û pîroziya çiya bê tixûb. Ev jî fêmbar e. Du hawêrke,du jîngeh du nêrîna li çiyan derxistine.

Ev jî xwîngiyek asa ye. Her kes bi awirên xwe li cihanê dinêre, bi çavên xwe wê difêrise.

Tê bîra min pêşiyên me gava behsa koça xwe a nava Anadolê dikirin,misêwa dabaşa bedî û neçêtiya deşta Edene`yê dikirin. Û digotin `ew der zaf germ bû`. Lewma koç kirin û hatin xwe dan derdora çiyayê Sarincê ku hilindtirîn çiyayê nava Anadolê ye.

Hîç mirov tanê jibo hênikiyê radibe welatê xwe diterikîne ?

Ew ûşt û sedemeke pûç û vala dixuye. Belam rast e. Kurdan şêwazek jiyanê afirandiye. Di nava van 11 hezar salan de.

Kurd rewend dikin û wê kurdê her tim rewend bikin…Heta ku qûntara çiyayekî ji xwe re nedozîn.

Kurd ji çiyan hez dikin. Ew dixezin bira her tim çiya li pişt wan bin.Gava malên xwe ava dikin, pişta wan didin çiyan û bilindiyan. Ev yek ji 11 hezar salî pêve wisa ye. Çimku jiyana kurdan ji hêla terşdariyê ve hatiye fesilandin û vedirûvandin. Terşdarî zivistanî germê, havinî sermeyê divê. Kurdan welatek wisa hilbijartine, daku mecal hebe li zivistanî dakevin deştan li wir sewalên xwe xwedî bikin, li havinî jî hilkişin baniyan û li wir zandariya xwe bi wî awayî bikudînin.

Vayê vê rewşê û van mercan cihwariya kurdan îro li Kurdistan`ê heşidandiye. Vayê lewma welatê kurdan ,ango Kurdistan waletekî wiha ye. Li jor çiya û banî .li jêr deşt û berî.

Kurdan ji aliyê fîzyayê ve jî ji aliyê kîmyayê ve jî xwestine otonom bimînin.

Her gelekî, her neteweyekî dirûşmeke xwe a şêwaz jiyanê heye.

Bo embaz dirûşma netewea japon wisa ye ``bi hev re``

Ya almanan wisa ye ``bi sere xwe lê bi hev re``

Dirûşmeya kurdan wisa ye ``bi hev re lê bi serê xwe``

Bi ûşta ku kurd gelek sirûştî ye sercema wê jî sirûştî ye û lewma jî çendetexlîdî da nava çand û hûnera kurdî de di nava gelê kurd de ,di nava rakendiya kurd de fizûn û lape derpêş dikeve.

Kurdan xwestine di adanî û biriştiya xweseriyek berfireh û dorfireh bijîn

Ev viyana kurdan e ku em divên girametê nîşan bidin.Delameta me ew e ku em pergaleke wisa damezirînin.

Ji bona wê zaza kurd in, lê zaza ne jî ,kurmanc jî kurd in, belê kurmanc in jî, lor jî kurd in lê belê lor in jî. Wê kurmanc bi kurmancî ,Zaza bi zazakî ,Lor wê bi lorî jiyana xwe berdewam bikin wê parlamena wan hebe xûhermenda wan hebe..hwd.

Xweserî û cîgayetî bi rastî jî du hîmen jiyana kurdan pêk tînin. Pêwîst e wisa be!

Welatek xwedî rabirdûyek û dahatûyek hevpişk wê bê ava kirin.

Herkes bi zimanê xwe herkes bi dînê xwe, herkes bi xûhermenda xwe a xweser .

Pergaleke wisa konfederalzîm e ango hevsondîtî. Li Swîs`ê gelaleyek wisa heye.

Lewma min destûra wan wek nimûne wergerand. Lewma ez kurdan bi swîsiyan re dikemperînim.

Karê min ev e…

Ez wisa me…

Cellikanî

25. Adarê 2013

Çavkanî biguhêre

Kekê delal, li ser hinek peyvên ku tu li ferhengê zêde dikî şik û şiphe heye. Ji kerema xwe re eger ber destê te hebe çavkaniya peyvên xwe bide û eger hebe beşa ji wêjeyê jî tijî bike. Silav û hez.--Bibliophile (gotûbêj) 21:34, 28 kewçêr 2014 (UTC)


Yeho Misto biguhêre

Şik û gumana min ji vê rûpelê heye. Çavkanî çi ne ku "Yeho Misto" di kurdî de bi maneya "Jesus Christ" tê bikaranîn? Bi qasî ku ez dizanim, kurd ji "Jesus Christ" re dibêjin "Îsa Mesîh" yan "Hz. Îsa" yan "Îsa pêxember". Di wergera Incîlê de jî "Îsa Mesîh" tê bikaranîn: http://www.kitebipiroz.com/kurmanji/bible/search/kw/Mes%C3%AEh/16

Eger çavkaniyên serbixwe û bihêz ji "Yeho Misto" re neyên dîtin, ez ê jê bibim. --Ferhengvan (gotûbêj) 06:30, 3 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide