Gotûbêj:milyaket

Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliyê Jiju ve di mijara Zayend de

Zayend biguhêre

@Ghybu: Ji ber ku bi tewang û veqetandek zayenda peyvê derdikeve holê, min jê re got "nêtar". Wekî mînak di hevoka yekem de (milyaketê bixezeb) milyaket nêr e, em dikarin ji veqetandekê fêm bikin. Lê di mînaka çarem de (...jin... milyaket e) ji bo jinek hatiye bikaranîn. Ji ber wê ye ku min zatenda peyvê wekî nêtar hilbijart. (bo peyva heval jî heman tişt derbasdar e.) [Çavkanî: Rêzimana Kurmancî, Samî Tan, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2011] Lê ji guhertina te xuya dibe ku ji xeynî kategoriyên mê-nêr-nêtar, kategoriyeke çaremîn "mê û nêr" heye! Çima bi te ne nêtar lê "mê û nêr"?--Jiju (gotûbêj) 13:23, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Jiju, binêre gotûbêja me li ser vê mijarê: Wîkîferheng:Dîwan/arşîv 2#Zayend--Ghybu (gotûbêj) 16:49, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Ghybu Biryara dawî, çêtirdîtineke Wîkîpediyayê li zer têgiheke zimannasiyê bûye ku bi vî şiklî mafa wîkî heye, nizanim. Xuya ye, divê em nerîn û vegotinên zimannasên din ên kurd jî tevlî wir kiribana. Bo niha, ok. Malî ava! --Jiju (gotûbêj) 16:57, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "milyaket".