Gotûbêj:kejmûn

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliye Balyozxane ve
Silav Balyozxane Şablon çewt e, jkx ya rast tevlî bike. bnr. --> Wîkîferheng:Pîvekên tevlîkirinê>Têgihên folklorî: Şablona "Têgihên folklorî" (wate: xwarin û karûbar)--Jiju (gotûbêj) 17:33, 17 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Jiju: Jkx heta nîqaşa li ser Wîkîferheng:Daxwazên_peyitandinê#kejmûn xilas nabe, şablonê jênebe. Herwiha binêre:
Ji bo têgihên folklorî yên di berhemên nivîskî de kêmpeyda ne, reftareke cuda li kar e. Du çavkanî ji bo peyitandina têgihên folklorî bes in. Dibe ku yek ji vanan çapkirî yek jî dijîtal be lê dîsa divê di navbera wan de salek hebe. Mercê serbixwebûna berheman û ne-anonîmbûnê li vir jî li kar e.--Balyozxane (gotûbêj) 18:56, 17 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: (!!çend poşmaniyên şexsî dihewîne) opss, min şaşî kiriye wele. him jî çi şaşî! beredayîbûna naveroka vê madeyê ez xapandime û min jî erê kiriye. li min bibore bira, min tu betilandiye. (tu jî li min bibore wîkîferhenga delal, wiha min tu têxistiye çi halî :/)--Jiju (gotûbêj) 19:34, 17 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Jiju: Binêr, bi rastî ez jî ji vê rewşê aciz im. Bi ya min divê peyvên ku hêrema van bi şablona {{dever}} hatiye diyarkirin neyê jêbirin. Herwiha @Guherto: jî wisa difikire. Ez ê jixwe dengdanek ji bo Gotûbêja_Wîkîferhengê:Pîvekên_tevlîkirinê#Pêşniyazek_li_ser_zelalkirinê çêkim. Vê rewşa me jî lê zêde bikim? --Balyozxane (gotûbêj) 19:43, 17 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Bi rastî ji rewşa vê peyvê ya niha pir aciz im. ji ber ku hema îro diya min û xaltika min ên ku emrê wan dora 70 ne û tehsîla wan tune ye, di çêkirina ava bacanê de wan têra xwe ev peyv bi kar anîn. Ji ber rêzika peyitandinê nikarim wan bikim çavkanî, wiha jî ev peyvê kurdî dibe bêçavkanî/bêeslûbinyad û wê piştî pêvajoyeke sînorkirî bên jêbirin. Her wiha... Ev şablona dever heke tenê ji bo têgihên folklorê be, wê rewşa niha baştir bike. Ji ber ku geh kurdiya axaftinê geh jî ya nivîskî ne standard in, bawer im nîvê zêdetir peyvên wîkiyê têkildarî her çi qadê bin bi ya deveran hatine qeydkirin, ji peyvên navdêran heta lêkeran. Loma bi folklorê sînorkirin şert e. Lê wiha jî divê bi hûrgilî pênase û/an naveroka vê têgihê jî bê çêkirin ku di paşerojê de bila nebe astengî bo wîkiyê. Ya rastî ev fikra min jî sedî sed ne bi dilê min e ji ber ku li ser wê baş nefikirîm, gelo çi astengiya wê heye bo niha nizanim. Belkî jî divê jêbirina peyvên bêçavkanî bo yên folklorî bên restorekirin, îstîsnayeke bê fikirîn.... Heke dengdanek bê çêkirin an jî gotûbêjek berî dengdanê bê çêkirin, ez ê kêfxweş bim ku derheqê başî û nebaşiya vê rêzika hazir ji nêrînên hevalên din bixwînim û pêşniyazên xweş û baştirîn bibînim. --Jiju (gotûbêj) 20:41, 17 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

──────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────── @Jiju: Li vir ji bilî çend kesan kes tune ye fikrên xwe bibêjin. Herkes piştî dengdan dest pê dike, dest bi axaftinê dikin mixabin. --Balyozxane (gotûbêj) 00:00, 18 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "kejmûn".