Gotûbêj:kîvroşk

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliye Guherto ve

@Bikarhêner, Balyozxane, û Ghybu: Ma ya rast ne kîvroşk e? Ez dibêjim em "keroşk" bar bikin "kîvroşk", hûn çi dibêjin? -- Guherto (gotûbêj) 18:26, 6 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

@Guherto: Ferhengvan bikarhênerekî zimannas e heke çavkaniyeke din tunebe ku dibêje awaya rasttir ê din e divê em van guhertinan nekin. @Bikarhêner: Cem te Rêbera Rastnivîsînê hebû ne wisa? Ew çi dibêjin?--Balyozxane (gotûbêj) 18:36, 6 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Guherto û Ferhengvan: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Balyozxane, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder: Merheba hevalino.
Ev peyv di Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancî de peyda nabe.
Di Ferhenga Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî ya TDKyê de wek "kîvroşk" derbas dibe (Ferhenga Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî, Weşanên Saziya Zimanê Tirkî, Fevzi Karademir û yên din, Çapa Yekem, Enqere, Nîsan 2014, r. 591).
Ji xeynî wê di kitêba Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya M. Malmîsanij û yên din de awayê standard ê vê peyvê wek "kergoşk" an "kerguh" hatiye diyarkirin (Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî, M. Malmîsanij û yên din, Weşanên Rûpel, Çapa Yekem, Stenbol, 2012, r. 152). Awayên din ên nestandard wisa hatine diyarkirin: "kergo", "kergoş", "kergû", "keroşk", "kevroşk", "kêrgoşk", "kêrgû", "kêrgûş", "kêroşk", "kêrvoşk", "kêvrîşk", "kêvroşk", "kêwrîşk", "kêwroşk", "kêwrûşk", "kiroşk", "kîrgo", "kîroşk", "kîvroşk", "kwêrgî".
Di Ferhenga Îngilîzî - Kurdî ya Musa Altun de peyva "rabbit" ya îngilîzî wek "kergoşk, keroşk, kiroşt, kerguh, kîvroşk, kêwrîşk (Lepus cuniculus)" hatiye tercimekirin, ji xeynî vê peyva "rabbit" bi maneya xwe ya lêkerî jî wek "nêçîra kîvroşkan kirin" hatiye tercimekirin (Ferhenga Îngilîzî - Kurdî, Musa Altun, Weşanên Sîtav, Çapa Yekem, Rêbendan 2020, r. 581).
Di Ferhenga Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî ya D. Îzolî de ev peyv wek "kîroşk" tê nîşandan, di rûpela 232an de berê peyva "kevroşk" bi "kîroşk" ve tê alîkirin (Ferhenga Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî, D. Îzolî, Weşanên Deng, Stenbol, Sibat 1992, r. 232). Di rûpela 229an de peyva "keroşk" wek "N. kır tavşanı. bn. kîroşk, kerguh" hatiye gotin. Di rûpela 230an de jî peyva "kîroşk" wek "N. tavşan. bn. kêrguh" hatiye danîn. Û peyveke wek "kêrguh" di ferhengê de peyva nabe, gava mirov li rêza wê ya elfabetîk dinêre. Dîsa di rûpela 229an de peyva "kerguh" wek "N. kır tavşanı. bn. kîroşk" hatiye diyarkirin.
Di Ferhenga Kurdî - Tirkî ya Zana Farqînî de r. 984 forma "keroşk", ber bi "kergoşk"ê ve tê alîkirin. Dîsa di rûpela 982an de forma "kergo", "kergoş" ber bi "kergoşk" ve hatiye alîkirin. (Ferhenga Kurdî - Tirkî, Zana Farqînî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Çapa Çarem, Sibat 2013, r. 984, 982). Wekî ku dixuye Zana Farqînî awayê wek "kergoşk" tercîh kiriye ji bo vê peyvê. Ji xeynî vê li dû vê peyvê cih daye "kergoşkfiroşî", "kergoşkgeh"ê û biwêjên bi kergoşkê dest pê dikin jî.
Bi ya min awayê standard divê "kevroşk" be. Mirov dikare li peyvabûna li ser Google-ê jî binêre. Peyva "kevroşk" li ser Google-ê bi lêgerîna "herfbiherf" ango wek "verbatim" 2.140 netîce derdikeve. Ji bo forma "kîvroşk" dîsa bi awayê "herfiyen" 3.830 netîce derdikeve. Ji bo forma "kergoşk" bi awayê "herfiyen" 207 netîce derdikeve. Ji bo forma "kîroşk" bi awayê "herfbiherf" 704 encam derdikeve. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:28, 20 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Peyva kêrgûş li Bakur li deverên wekî Mûş, Amed û Çewlêkê te bikaranîn. Lê li hêla anatomiyê de peyva kerguh hê xweştir e. Guhê vê ajalê dişibe guhê kerê.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 17:56, 20 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Biyolojiyabikurdi: Merheba hêja. Bi dîtina min peyvên "kevroşk" (û formên din) ji peyva "kerguh" (û formên wê yên din) cihê ne. Yanî peyva "rabbit" ya îngilîzî him wek "kerguh" him jî wek "kevroşk" dikare were wergerandin. Nîqaşa me ya li jor jÎ ji bo forma standard ya peyva "kevroşk" e. Ji bo peyva "kerguh" jî ev nîqaş dikare were kirin, ji ber ku ev peyv jî li hin deran wek "kerguh" li hin deran jî wek "kêrguh" derbas dibe. Yanî yek ji peyvên "kergû", "kêrgû", "kergo", "kêrguh" û "kerguh" ji bo wê awayê yê wek standard were bijartin; yek ji peyvên "kevroşk", "kîroşk", "kîvroşk", "kergoş", "keroşk", "kevroşk", "kêrgoşk", , "kêrgûş", "kêroşk", "kêrvoşk", "kêvrîşk", "kêvroşk", "kêwrîşk", "kêwroşk", "kêwrûşk", "kiroşk", "kîrgo", "kîroşk", "kîvroşk" û "kwêrgî" jî ji bo wê awayê wek standard bê bijarin. Qene be ez wisa difikirim. Lê divê vê jî bibêjim ku mîsalen peyva "kergoş" di navbera van her du awayan de dixuye, ev jî problemek e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:08, 20 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Gelek spas ji bonî lêkolîna te :) Li gora gerandinên te li ser înternetê "kîvroşk" 1690 cara bêhtir ji "kevroşk" hatîye bikaranîn, ma ev bixwe ne bes e ji bonî neqandina standardek? -- Guherto (gotûbêj) 19:27, 20 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Belê mixabin wisa ye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:32, 20 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Çima mixabin? -- Guherto (gotûbêj) 19:48, 20 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Ji ber ku ez awayê "kevroşk" wek standard dibînim. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:48, 20 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner û Balyozxane: Hevalên hêja, ez karim vêce naveroka rûpela "keroşk" bar bikim "kîvroşk"? -- Guherto (gotûbêj) 19:58, 22 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Merheba bira. Me hevalên din di 20ê vê mehê de etîket kiriye, ji serê du roj derbas bûye hêj. Bi ya min bila heftiyeke vê temam bibe. Dû re dikarî biguherînî. @Ghybu: -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:04, 22 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Hate guhertin. -- Guherto (gotûbêj) 10:27, 31 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "kîvroşk".