Gotûbêj:hilqoşîn

Şiroveya dawî: 23 sibat ji aliyê Bikarhêner ve di mijara Mane de

Mane biguhêre

Silav Mistefayo. Maneyên peyvên apincî û arxalix çi ne? Herwiha du dikarî mînakan li bin maneyên xwe binivîsî. Spas! Ghybu (gotûbêj) 21:32, 25 kanûna pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Serçavan, temam bila be. Ezê wan jî lê zêde bikim. Ev peyvên herêmî ne, exlebî ji zimanê teterî (tatarî) kişiyane ser kurmanciya me û wisa jî rûsî û miletên kavkaziyayê. Mistefayo (gotûbêj) 19:13, 26 kanûna pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
@Mistefayo: Merheba. Hêja, kurmancîya we ya kîjan herêmê ye? Ya Serhedê ye? Li gor wê em ê li ser gotarê şablona "herêmî" tevlî gotarê bikin. Destxweş. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:20, 23 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

Çavkanî biguhêre

@Mistefayo: Merheba. Ji bo vê peyvê çavkanî peyda nabe. Ger peyveke giştî be, yanî li gelek deveran were emilandin divê bi kêmanî di 3 çavkanîyên cuda ên pêbawer yên ne ji eynî nivîskarî de derbas bibe. Lê ger peyveke herêmî be -ku îhtimal e ku peyveke kurdên Sovyetê be- wê gavê divê em vê yekê bi şablona "dever" û "herêmî" diyar bikin. Ji bo nimûneyê binêre vir xêra xwe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:53, 26 kanûna pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Roja we xweş.
APINCÎ
"Apincî" peyveke bi eslê xwe tatarî (azerî/turkî) ye, jê ra YAPINCI tê gotin, ew wisa jî derbasî zimanê ûrisî bûye. Ew KINCEKE MÊRAN e ji HIRÎ an jî ji POST / PÛRTA HEYWÊN tevayî tê çêkirin û STÛR e, exlebî rêncber (şivan û gavan) li xwe dikin. Ev peyv hela îro jî li ser zarê kurdên Serheda Jorîn û Kavkaziyayê kar e. Kerem bikin fotografê wî mêze bikin : Бурка (мужская одежда) — Википедия (wikipedia.org) NOT : Ev ne ew KULAV e ku şivanên kurmanc li ser xwe dikin.
Bi rûsî : епанча, бурка (мужская одежда)
ARXALIX
"Arxalix" jî kinceke mêran e (KAFTAN) lê ji APINCÎ yê teniktir e, ew dîsa ji zimanê tatarî (teterî) ketiye devê kurmancên kavkaz û serheda jorîn.
Bi rûsî: архалук
Bi azerî: arxalıq
Kerem bikin ev e Arxalix : Arhaluk - Wikipedia, the free encyclopedia
Dibek (dibe ku) ev gotara jêrîn li kêrî we bihêy.
CLOTHING xxi. Turkic and Kurdish clothing – Encyclopaedia Iranica (iranicaonline.org)
Bi qedirgitin,
@Mistefayo Mistefayo (gotûbêj) 19:08, 26 kanûna pêşîn 2023 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "hilqoşîn".