qarxûn
Bilêvkirin
biguhêreNavdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | qarxûn | qarxûn |
Îzafe | qarxûna | qarxûnên |
Çemandî | qarxûnê | qarxûnan |
Nîşandera çemandî | wê qarxûnê | wan qarxûnan |
Bangkirin | qarxûnê | qarxûnino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | qarxûnek | qarxûnin |
Îzafe | qarxûneke | qarxûnine |
Çemandî | qarxûnekê | qarxûninan |
qarxûn mê
- Ava berfê ya ku piştî helînê radibe û wek sêlavê dikişe, exlebî bi guherîna demsalê re çaxê ku germahî û nemiya hawîrdorê zêde dibe.
- Wê rojê ez û gedê hevalê min çûbûne pîçokan. Lingê me nava ava qarxûnan da sor bûbûn. Em hatin malê, me pîçokên xwe danîn û ancax xwe bi tendûra me ra gîhand. Me pêra-pêra lingê xwe kire tendûrê.
Emerîkê Serdar, Hetanî Kengî, Yêrêvan, 1974.
- Wê rojê ez û gedê hevalê min çûbûne pîçokan. Lingê me nava ava qarxûnan da sor bûbûn. Em hatin malê, me pîçokên xwe danîn û ancax xwe bi tendûra me ra gîhand. Me pêra-pêra lingê xwe kire tendûrê.
- Bêhna xwe fireh bikin. Ev yek jî ya Xwede ye. Ev pêla qarxûn û tofanê jî wê li ser miletê me ra derbaz bibe Xwedê xêre.
Ezîzê Gerdenzerî, Cangir Axa (Dramaya Dîrokî), Yêrêvan, 2019.
- Bêhna xwe fireh bikin. Ev yek jî ya Xwede ye. Ev pêla qarxûn û tofanê jî wê li ser miletê me ra derbaz bibe Xwedê xêre.
Têkildar
biguhêreEtîmolojî
biguhêre- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger
biguhêre- Almanî: schneeschmelze
- Farisî: ذوب برف
- Fransî: fonte des neiges
- Îngilîzî: snowmelt → en