Kurmancî biguhêre

Biwêj biguhêre

ferzê mehal

  1. em ferz bikin ku, em bibêjin ku,
    tiştê ne gengaz wek gengaz hesibandin
    • Eger ferzê mehal kurd zora Tirkiyeyê bibin jî, weka tecrubeya îro a Kurdistana başûr ku rejîma Sedam ne tenê li başûr li seranserê Iraqê bela wela bû; ordû, polîs, îstîxbarat û hemû burokrasî têkçû (Bi serkeftineke kurdan îhtîimaleka mezin ê li Tirkiyeyê dewlet li rojava û Anadoluyê ew qas belav nebe, tenê li Kurdistana bakur têk biçe) tevî wê jî li wê derê (li Iraqê) dewleteka serbixwe ava nebû. Çimkî eger kurdên başûr serbixweyiya xwe îlan bikiraya di serî de dewletên cîran, ê gelek dewletên herêmê êrîş bibiraya ser, di dinyayê de tu dewletê ev dewlet nas nedikir, karûbarên aborî, bazirganî, dîplomasî û siyasî pê re nedimeşand, dewletên mezin ên Rojhilat û Rojava qebûl nedikir, îmkana jiyana dewleteka serbixwe ya kurd nedibû. — (Mûrad Ciwan: Veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê kar e yan zerar e?, Netkurd.com, 8/2009)

Herwiha biguhêre

Werger biguhêre