ferec
Binêre herwiha: Ferec
Navdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | ferec | ferec |
Îzafe | fereca | ferecên |
Çemandî | ferecê | ferecan |
Nîşandera çemandî | wê ferecê | wan ferecan |
Bangkirin | ferecê | ferecino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | ferecek | ferecin |
Îzafe | fereceke | ferecine |
Çemandî | ferecekê | ferecinan |
ferec mê
- rizgarbûna ji xem û derd û tengiyê ye
Ji wêjeyê
biguhêre- Wateya ferhengî ya “ferec”ê rizgarbûna ji xem û derd û tengiyê ye. Lêbelê bi giştî ji bo xatûnên ko li ber zayînê bûn dihate bikaranîn. Metna tam ya “ferec” û wateya wê ya kurdî li jê re: “Ellahûmme ya farîcel ferec, weya men ‘îndehû mefatîhû-l ferec, emetûn mekrûbetûn, min ummetî Muhemmed. Rehîmellahû li men de’a leha bîl-‘afîyetî wel’ferec. Ellahûmme ferecûke qerîb we saîlû babîke layexîb. Elfatîhe!” “Xwedayo! Ew Xwedayê ko rizgarkerê ji tengiyê ye û rizgarkirina ji tengiya li ba Wî ye! Jineka ko ji ometa Muhemmed e di tengiyê de ye. Rehmet li wî be yê duaya xweşiyê û rizgarbûna ji tengiyê jê re bike. Xwedayo fereca Te nêzîk e, yê ji deriyê Te daxwazê bike naxusire. Elfatîhe!” Dema zayînê jina ducanî nêzîk dibû, bi îfadeya botiyan dema jina yekê dikete ser destê pîrekan, hema mêrê wê diçû ba mele û tika jê dikir ko ew bo xatûna wî ya ko di tengiyê de ye “ferec”ekê bixwîne. Meleyê gewr jî dest xwe de diçû ser minareyê û qîr dikir “Ellahûmme ya farîcel fereeeec!” û di demeke kin de yan hin pere distand û ji hêla madî ve heceleka/qezenceka wî çêdibû yan jî li gorî xwe mineteka mezin ya ji wan pereyan jî zêdetir datîna ser pişta wî rebenî û bi vî awayî ji hêla manewî ve qezenceka wî ya cihêreng çêdibû. Ew jina li ber zayîna hinde li ber dilê mêrê xwe eziztir ba, yan jî nestêle ba çûna mêrê wê ya ba meleyî zûtir çêdibû. Dema ferec dihate xwendin jî yê lê guhdarî dikirin bêyî ko zanibin ka ew jina di tengiyê de kî ye, jê re dua dikirin û digotin: Ji xwe armanc ji danxwendina ferecê jî ew bû ko da xelk jê re dua bikin. Lê paşê xelkê ji hev pirsiyar dikir “gelo ew fereca hatîbû xwendin yê kê bû?” û ji hev û din re digotan ko ew ferec bo kîjan jinê tête xwendin. Car dibû ko ji yekî zêdetir jî ferec bihate xwendin. Heta digotin “Vaye me çend ferec dane xwendin jî lê hêjan jî jinik rehet nebû ye.” — (Abdulkadir Bîngol: Kevneşopîyeka me ya wendabûyî: ferec, Nefel.com, 7/2011)
Etîmolojî
biguhêreJi erebî [Peyv?]