Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bizotî bizotî
Îzafe bizotiya bizotiyên
Çemandî bizotiyê bizotiyan
Nîşandera çemandî bizotiyê wan bizotiyan
Bangkirin bizotiyê bizotiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bizotiyek bizotiyin
Îzafe bizotiyeke bizotiyine
Çemandî bizotiyekê bizotiyinan

bizotî

  1. rewşa bizotbûnê
    • Gava ku Raymond destê xwe avêtibû newqa wê û mist dabû bedena wê, gava ku henaseya xwe ya germ bera ser gerdena wê dabû, bi lêvên xwe yên bizotî ew dabû ber ramûsanan, çima dengê xwe dernexistibû Cécileê? — (Mîran JanbarQolyeya CécileêWeşanxaneya Lîs2012, çapa 1em, r. 75, ISBN 9786054497010)
    • Mirin di sotîgeha wê de çi erzane, ev çi lêvnî bizotî ne? — (Xemgînê Remo: Kepez ê Xewna, Waşanên Êketiya Nivîserên Kurd-Duhok, 2008, r. 24)
    • Di nêva buharê de
      Bi seyrana kulîlkên dev li ken
      Birûskeke lêv şewitî
      Ez ramîsandim
      Bi wê lêva bizotî
      Rewşa xwe
      Li sînga min çap kir. ..!
       — (Arşevê Oskan: Berbang Qedexe ye, Weşanên Malpera Amûdê, Hj. 33, 2003, r.17)

Etîmolojî biguhêre

Ji bizot + 

Werger biguhêre