Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
bêserûber bêserûbertir herî bêserûber
bêserûbertirîn

bêserûber

  1. bêpergal, bikêmasî, biqisûr, bêteşe, ne birêkûpêk, ne rêzkirî, ne dûz, ne dirist, ne sax, ne kamil, ne temam
    • Di çarçoweya dîmeneke dî de, hilma çoleke bêserûber, di bin rewq û şewqa tavê de diqemitî. — (Nûdem Hezex: Bîr, Weşanên Dara, 2018, r.7)
    • Wext, eve bû; mekanekî bêserûber ko bi tenê ji dengan dihate pê. — (Mehmed UzunHawara Dîcleyê 1, Weşanên Nefel2003, r. 101)
    • ژنوی بیرا وێ ھات کو بویکا خۆ ژبیر کر بوو، ھەلگرت و بەرێ خۆ دایێ دیت گەلەك یا بێسەروبەرە(..) — (Leylan ÎsmeîlBêrîvan û Hîvî (Çîrokêt Zarokan), Çapxana Xanî, Dihok, 2012, r. 15)
      Ji nwî bîra wê hat ku bwîka xo jibîr kir bû, helgirt û berê xo dayê dît gelek ya bêseruber e(..)

Etîmolojî

biguhêre

Ji bê- + serûber.