Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina ahû  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ahû ahû
Îzafe ahûya ahûyên
Çemandî ahû ahûyan
Nîşandera çemandî ahû wan ahûyan
Bangkirin ahû ahûyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ahûyek ahûyin
Îzafe ahûyeke ahûyine
Çemandî ahûyekê ahûyinan
 
Ahûyek

ahû m

  1. Hin cûnên heywanên kûvî yên guhandar yên çarpî û simdar in.
    Hevmane: xezal, ask, antîlop, ceylan
    • Dilbera gerdenşefîf î, danuwa duera E'den
      nazik û mewzûnletîf î, nexliya selwa çemen
      Gullibas î, gulqiyas î, gulen î, gulpîrehen,
      Ahûya deşta Tetarê, rehzena eska Xeten,
      Horiya baxê bihiştê, çavxezala kê yî tu?
       — (Mela Hisênê Bateyî)

Etîmolojî

biguhêre

Ji farisî آهو (ahû, xezal), hevreha kurmancî ask, soranî ئاسک (ask, xezal), avestayî asû (beza, lezgîn), sanskîrî asûk, latviyayî ašu.

(guhandar)