Wîkîferheng:Pîvekên tevlîkirinê

(Ji Wîkîferheng:PT hat beralîkirin)
Ev yek ji rûpelên Rêbaznameya Wîkîferhenga kurmancî ye. Tê de rêzik, rênîş an pratîkên hevpar tên danasîn û ravekirin.
Têgih: PÎVEK - RÊNIVÎS - NORM - RÛPELSAZÎ - STANDARDKIRIN - JÊGIRTIN - DENGDAN - JÊBIRIN

Rêzika gelemper biguhêre

Têgih

Ne pêdivî ye têgih peyvek tenê bin. Vanan jî guncan in:

  • Peyvên hevedudanî an têgihên çend-peyvî
  • Biwêj û lêkerên biwêjî
  • Gotinên pêşiyan
  • Kurtepeyv û kurtenav wek DYAyê
  • Pêşgir û paşgirên wek ra- û -istanê
  • Karakterên di nivîsandina îdyografîk an dengî de tên bikaranîn, wek

Peyitandin biguhêre

Peyitandî tê wateya bi rêya yek ji vanan hatiye misogerkirin:

  1. Bikaranîna wê bi eşkereyî berbelav e û bi hêsanî dikare were peyitandin,
  2. Di sê berhemên cuda yên danerên ne-anonîm yên cihê de hatiye dîtin. Bikaranîna di van berheman de divê serbixwe bin, ango ne tenê referans an nirxandinên bikaranînên dinê bin. Divê di navbera weşandina her sê çavkaniyan de herî kêm salek derbas bûbe. Pirtûk, ferheng, kovar û malperên înternetê (ji bo çavkaniyên ji internetê bo zêdetir agahî binêrin #Çavkaniyên dijîtal) wek çavkanî tên pejirandin.[1]

Çavkaniyên dijîtal biguhêre

Tevî herî kêm çavkaniyeke çapkirî du an zêdetir çavkaniyên dijîtal jî dikarin di peyitandina têgihan de werin bikaranîn. Mercên heta niha diyarkirî ji bo wan jî derbasdar in. Herwiha ji bo ne-anonîmbûna danerên van çavkaniyan divê bikarhêner baldar bin. Da ku were misogerkirin ji aliyê kesên cihê ve hatine nivîsandin. Blog, malperên nûçeyan û wd. dikevin ber çavkaniyên dijîtal. Lê malperên medyaya civakî û mîkroblog (wek facebook, twitter û wd.) nikarin bibin çavkanî.

Têgihên folklorî biguhêre

Ji bo têgihên folklorî yên di berhemên nivîskî de kêmpeyda ne, reftareke cuda li kar e. Du çavkanî ji bo peyitandina têgihên folklorî bes in. Dibe ku yek ji vanan çapkirî yek jî dijîtal be lê dîsa divê di navbera wan de salek hebe. Mercê serbixwebûna berheman û ne-anonîmbûnê li vir jî li kar e. Karûbarên gundewarî, navên xwarinan û wd. têgihên çandeyî û folklorî dikevin ber vê istisnayê. Dê ji bo van şablona bi navê “Têgiha Folklorî” bê danîn û tê de hejmara çavkaniyên wê bên diyarkirin. Heke têgih bigihîje pîveka duyem, dê wek “birêkûpêk peyitandî” were nîşankirin.

Peyvên herêmî biguhêre

Ku çavkanî tunebe û şablona {{dever}} hatibe bikaranîn hingê peyv dê li Wîkîferhengê bimîne lê ji bilî rûpela xwe peyv dê di ti cihê din yê Wîkîferhengê de neyê nivîsîn heta ku peyv were peyitandin, herwiha di beşa ==== Bikaranîn ==== de bi şablona {{herêmî}} rewşa peyvê were zanîn.[1]

Berhemên klasîk biguhêre

Heke têgihek di berhemeke klasîk de hatibe dîtin, guncan e ew berhem bi tenê wek çavkanî were tomarkirin. Berhemên berî sedsala 20an nivîsandî wek klasîk tên qebûlkirin.

Nûpeyvên binavûdeng biguhêre

Têgihên nû sazkirî heta negihîjine pileya peyitandinê, ti carî tevlî rûpelên serbixwe nayên kirin. Lê ji bo peyv û têgihên bala beşdar û rêvebirên Wîkîferhengê kişandine ku roj bi roj bikaranîna wan zêde dibe û di nav civakê de populer dibin, dê lîsteyeke Nûpeyvên Binavûdeng wek pêvekekê were sazkirin. Dê ev lîste nexasim têgihên teknîkî û nûjen bihewîne. Divê berî zêdekirina li lîsteyê ji bo peyitandina populerbûna van têgihan hewl bên dayîn. Herwiha divê têgih ji hêla rêzikên peyvsazî û zimanasiyê ve jî were nirxandin. Bê pejirandina rêvebirekî têgih nikarin li lîsteyê bên zêdekirin.

Çavkanî biguhêre