Îdyom wekî perasûyê wêjeyê ne. Nemaze îdyomên kurdan xwedî çîrok û bingeh in. Îdyom bo dewlemendîya zimanan gelekî biqîmet in. Ji her çend gotinên me yên kevin yek îdyom e. Zimanê kurdî di tevna xwe de xemla herî baş bi îdyom û gotinên pêşîyan çêkirî ye.

Min tenê ji Gundikê Melî li wîlayeta Şirnexê 500 îdyom kom kirin û komkirîyên min her roj hinekên nû li xwe zêde dikin ko stran, çîrok, mamik, evîn û hizrên me yên kurdî ne. Kurtasî jîyana me bi kurdî ye. Tava li ser serê me jî kurdî ye û em bi wê dibînîn. De ka kerem bikin ji wê tavê qitîskekê bibînin...

  • * *

Bû girara gavanan

Ravek: Ji tişteka gelekî tevlihev bibe re têt bi kar anîn

Mînak: Sîyaset bû girara gavanan

  • * *

Avêt ceyndika min

Ravek: Ane çi ye; ez gelekî aciz bûm

Mînak: Dema ko dijûn da, avêt ceyndika min

  • * *

Hebe şilo milo nebe keser û kulo

Ravek: Ane çi ye; di dewlemendiyê de çi heye dixwe, nebe keseran dikişîne

Mînak: Perên te xelas in. Hebe şilo milo nebe kesero kulo qenç li te hat.

  • * *

Bayek li ber guliyê ketiye

Ravek: Ane çi ye; hewesekê lêdaye

Mînak: Ez nizanim çi ba li ber guliya te ket ko tu çûyî li Enqereyê re derketî.

  • * *

Pê xwe da tehtê

Ravek: Ji mirovên riko re têt gotin.

Mînak: Wê pê xwe da tehtê û ji ya xwe nehat xwar.

  • * *

Tu dizanî kerê reş li kû gurîyan xwariye

Ravek: Ane çi ye; sedema wê tiştê tu dizanî

Mînak: Ew ji ber çi ‘enirî ye? — Ez nizanim tu û ew dizanîn ko kerê reş li kû gurîyan xwarîye.

  • * *

Kero nemire bihar e, heta qêvar heşîn dibe

Ravek: Ji bo mirov bêje yekî sebir bike

Mînak: Ji min re got du salên dî were. Kero nemire heta qêvar heşîn dibe.

  • * *

Stoyê xwe kêrê ve anî

Ravek: Ji yekî ko tiştek tehluke bike re têt gotin.

Mînak: Wî dizanî şer e jî û welê jî çû. Stoyê xwe kêrê ve anî.

  • * *

Ji binê pêyê xwe diavêje

Ravek: Dema ko mirovek tişteka bêbingeh û vir bêje têt gotin.

Mînak: Nexwe got Mirad hej pirtûkên te nake, ew ji binê pêyê xwe diavêje

  • * *

Heçî dizane dizane heçî nizane dibêjit qey baqa nîskan e

Ravek: Dema ko tiştek bi rengekî xuya bike û tişteka dî be.

Mînak: Haaa ew mijar... pa heçî dizane dizane heçî nizane dibêjit qey baqa nîskan e.

  • * *

Coya xwe ji behrê girtîye

Ravek: Dema ko yek xwe bispêre tiştek saxlem an jî gelekî ji xwe ewle bit, ti pakîyan ji kesê neke.

Mînak: Tu nikarî ser ji wê bistînî wê coya xwe ji behrê girtîye.

  • * *

Tu jî nanê xwe ziwa naxwî

Ravek: Ane çi ye; tu jî ne mehsum î.

Mînak: Tu dibêjî hemî sûc yê wê ye, pane tu jî nanê xwe ziwa naxwî.

  • * *

Tir li kû das li kû

Ravek: Ji tiştên ko ji hev cida lê belê wekî yek tiştî bête ’’pêşçav kirin’’ re bo nerazîbûnê têt bi kar anîn.

Mînak: Ji ber ko tavê da dinê ez dê vexwin. Ne looo pa tir li kû das li kû

  • * *

Liba nîskê ye ne ber e û ne pişt e

Ravek: Ji yekî ko qîma mirov bi wî neyêt û hemî biryarên wî ji hev bi dûr bin, yanî qeypax be re têt gotin.

Mînak: Qîma xwe bi gotina wê neyne ew wek liva nîskê ye, ne ber e û ne pişt e.

  • * *

Çavsor bûye

Ravek: Ane çi ye; xedar bû ye.

Mînak: Çavsor bû, hêdî babê xwe nas nediki.

  • * *

Pîrê bawer nedikir yê şû kit dema şû kir doza mehr û heştê jî kir

Ravek: Ji mirovê hêvî neke tiştek çêbe û lê dema çêbibe hinek tiştên dî jî bixwaze re têt gotin.

Mînak: Ez ji birça dimirim, çûn û xawarinek ne xweş anîn ji min re.

  • * *

Kes kelika xwe bêtû ji wê derbas nake, nemaze tû tê de hebe.

Ravek: Ji kesên ”belakir’’ re têt gotin. Ane çi ye; ew kes bê sebeb jî bela xwe li mirovan dide ji xwe sebebek hebe ahoooo!

Mînak: Xwe tevli wê neke, kes kelika xwe bê tû ji wê derbas nake, nemaze tû tê de hebe.

  • * *

Pêreş

Ravek: Ane çi ye; bêsiûd, bêşans, bêje ez çi bikim dê xera bibe.

Mînak: Tu pêreş î. Tu biçî ser ro dê ro biçike.

  • * *

Ez dibêjim nêr e tu dibêjî bidoş e

Ravek: Ane çi ye; tiştek çênabe û yekî din israr dike, dibêje illeh çêke.

Mînak: Ez dibêjim nêr e tu dibêjî bi doş e. Ma çawa vê çilê havînê ez ji te re berfê bînim.

  • * *

An naçe aşî an diçe aşî aşvanî dikuje

Ravek: Ane çi ye; an îşekê nake an jî dike lê diherimîne.

Mînak: Çawa tu dibêjî an ez nanivîsim an jî ez dê xelet binivîsim.

  • * *

Pa gundek e û gindorek e

Ravek: Ane çi ye; ev tişt ji wê tiştê re hindik e.

Mînak: Pa gundek e û gindorek e. Ma ez dê bibim tav û bidime dinê. Ez nikarim hemî daxwazîyên we pêk bînim.

  • * *

Dibêje qonê pey min neyê bêhn ji te têt

Ravek: Ane çi ye; “xwe gelek dibîne’’.

Mînak: Pa kengê dê li te feke ew dibêje qonê pey min neyê bêhn ji te têt.

Çavkanî biguhêre

  • Mirad Gundikî: Dewlemendiya îdyomên kurdî, Nefel.com, 1/2009