Gotûbêja tewandinê:jîn

Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliye Ferhengvan ve

Dema niha: "tu dijiyî" an jî "tu dijî"--Ghybu (gotûbêj) 21:57, 7 rezber 2017 (UTC)

Silav @Ghybu û Ferhengvan: ev mijar serê min jî diêşe. Di pirtûka Husein Muhammed de wisa tê ravekirin:
Lê bikaranîna Y di navbera du konsonantan de bi piranî tenê li gel navdêran li kar e. Li gel çemandina lêkeran bi piranî Y nayê bikaranîn lê yek ji herdu vokalan tê avêtin yan dikeve. Bo nimûne:
- dijî + e > ew dijî (di zimanê nivîskî de ne “dijiye”, bidin ber “dibêj + e > dibêje”)
- dijî+ in > em/hûn/ew dişên (ne “* dişêyin”, bidin ber “dibêj + in > dibêjin”)
Li gel kesê duyem yê yekhejmar carinan herdu vokal tên parastin û Y dikeve navbera wan:
- tu dişê-y-î, tu di-jî-yî (> dijiyî)
Lê bikaranîn bi vî awayî ne di zimanê nivîskî û ne jî yê devkî de berbelav e. Formên serdest wiha ne: - tu dişê, tu dijî
 — (Husein Muhammed:
Dengnasî di kurdî de r. 425)
Yekî din jî kes nabêje
ew jî ji bo dema borî, em çawa dikarin wê biguherînin wek ew jiyaye?--Balyozxane (gotûbêj) 15:23, 9 adar 2020 (UTC)Bersiv bide
Hevalên hêja @Balyozxane û Ghybu: Spas bo vekirina vê mijarê. Bi min jî "dijiyî" nîne û nayê bikaranîn yan jî pir nadiren tê bikaranîn. Ev bo nimûne bi lêgerîna Google jî diyar dibe eger mirov li "tu dijiyî" bigere.
Forma standard dema borî ya sade "tu jiyayî" ye, bi hin devokan "tu jiyaye". Silavên germ --Ferhengvan (gotûbêj) 20:56, 9 adar 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "jîn".