Gotûbêja pêvekê:fînî-kurdî
Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliyê Guherto ve di mijara Fînlendî -> fînî? de
Silav... Didan ne Kurmancî ye gelo. Dirûvêd tîpa latînî'ne. Ango dirûvê nivîsandinê Kurmancî ye ne bi tîpêd Erebî ye. Dîsa ango didan ne Kurmancî. Didan soranî ye. Kurmancîya didan diran e. Soranî دِدان. Kurmancî diran.Nenas50 (gotûbêj) 20:21, 23 îlon 2019 (UTC)
- Silav, ezbenî!
- Te ev baweriya xwe derbarê "didan/diran" ji kû aniye ku dibêjî "didan" ne kurmancî ye. Ez-qurban, li Konyayê, li Rojava, li Hekariyan, li Behdînan, di kurmanciya Rojhilat de... "didan" e. Herwiha bi zazakî jî "didan/dindan" e. Tenê li çend deverên Bakur mirov forma "diran" dibihîze. Îcar ji kû ketiye serê te ku "didan" ne kurmancî ye?
- Jixwe "diran" formeke bi nisbî nû ye, wek din bi hemû lehceyên kurdî û zimanên lêzim "didan/dindan" e: https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-Iranian/Hd%C3%A1nts
- Li gel silavên germ
- --Ferhengvan (gotûbêj) 20:57, 23 îlon 2019 (UTC)
Fînlendî -> fînî?
biguhêreNavê "fînlendî" birastî "fînî" ye (li gora şablona Z û rûpela fînlendî). Kesek karê navê ve rûpelê û nave lînka di rûpela Destpêk de biguhere? Guherto (gotûbêj) 20:25, 30 nîsan 2020 (UTC)