Fuzûlî biguhêre

Fuzûlî

Yek ji şairên şiêra Dîwanî ya Osmanî, ên herî mezin, belkî ê yekemîn tê qebûlkirin Fuzûlî ye. Di tezkîreyên osmanî da bi navê Fuzûlî du şair hene. Ji vana yê ku ne meşhûr e, ji qeza Dîyarbekirê Çermîkê ye û navê wî yê rastî Ahmed e.

Lê ewê ku em li vira behsê dikin; Fuzûlî-î Bexdadî ye, navê wî yê rastî Mihemed e, texmînen di navbera salên 1495-1556’a da jîyaye.

Derbarî eslê wî yê etnîkî da gelek dîtinên cuda hene. Clément Huart -ku rohilatnasekî bi nav û deng e, Dîroka Bexdayê (Hîstorîe de Bagdad) û Ansîklopedîya îslamî da gelek maddeyên li ser Rohilatê nivîsîye, di van herdu cîyan da Fuzûlî weha dide naskirin: (türkîscher Dîchter kurdîscher Abkunft, aus Bagdad) ango şairê tirk ê bi eslê xwe kurd û xelkê Bexdayê. Dîsa orîantelîstê ûris ê bi nav û deng Krimskîy û kurdologê meşhûr Mînorsky rave dikin ku Fuzûlî bi eslê xwe kurd e. Lê, di serî da Prof. Fuad Köprülü, dîrokzanên edebîyata tirk, wî ji alî etnîkî va wek tirk didin nasandin. Lê di Dîwana Farisî ya Fuzûlî da, ya ku wergerandine zimanê azerî, di vê rêzê da tirk wek kesên “xûy xirab“ tên wesifkirin:

“Atlanip ol Türk-î bed-xu eyledî azm-î şîkar.“ (Bnr. Fuzûlî`nîn Eserlerî, Cild:1, Bakû 1995, Rûpel:321.)

Carekê divê em vî tiştî zelal bikin; digel ku ew li Kurdistan, Îran, Azerbêcan û li Anatolyê di nav Alewîyan da gelekî belavbûyî û xwedî rûmet e û heta tê qebûlkirin ku yek ji heft şairên mezin yên e`lewîyan e; dîsan jî dîrokzanên edebîyata tirkî heta van demên dawî jî qebûl ne dikirin ku ew e`lewî ye.

Her çend şair Fuzûlî wek Bexdayî tê zanîn jî, lê esasen li ser erdê Mezopotamyayê li Hîlleyê hatîye dinê û beşekî mezin ê jîyana xwe li wir derbas kirîye, ev yek rastîyeke e bê şik û guman e. Çawa ku îro piranîya şair û nivîskaran li bajarên kulturê yên wek ‹stenbol û Anqarê dijîn; wê çaxê jî şair û nivîskar li navendên îdarî û kulturî kom dibûn. Çawa ku Nefî û Nabî ew axa ku lê bûne hîştine û çûne bajarên wek ‹stenbol û Helebê, Fuzûlî jî piştî Hîlleyê çûye li bajarên wek Bexda û Kerbelayê jîyaye, û dûra êdî wek Bexdadî hatîye naskirin.

Tezkêrevan Sadikî Sadik Bey Avşar, di tezkîreyeke xwe ya bi navê Mecma’l -Havas, ya bi tarîxa 1598`a da dinivise ku şairê me ji eşîra Bayat e. Hurşît Efendîyê ku ew herêm tetqîq kirîye, di berhema xwe ya bi navê Seyahatname-î Hudud da dinivîse ku li wê herêmê di nav kurdan da eşîrek heye bi navê Bayat. Bi rastî jî di nav belgeyên kurdolojîyê da tê dîyarkirin ku di nav eşîrên Kurdistana navîn da bi navê Bayatî eşîrek heye. (Bnr. M. Îzady: The kurds, r.82). Li hember vê hizrê Köprülü îddîa dike ku “Bayat eşîreke Oxûzan ya kevn û pir mezin e“.

Fuzûlî bi zimanên osmanî, farisî û erebî gelek şiêr nivîsîne, di hersê zimana da jî xwedî dîwan e, lê piranîya berhemên wî bi farisî ne. Beng û Bade, Haft Cam (Sakîname), Rind û Zahid, Husn û Aşk (Sihat û Marûz) Enîsu’l-Kalb, tenê çendek ji wan in. Ji qirnê XVÎ. şûnda, zimanê farisî wek zimanê edebî li pêşîya zimanê kurdî bûye. Ev rastîyek e ku em hemû pê dizanin. Rastîyeke din jî heye, ku Köprülü jî destnîşan dike: “ Di sedsala XVÎ ´ a da, di nav kurdên tehsîl û terbîyegirtî da kesin derketine ku di bin tesîra xurt ya zimanê tirkî da mane û bi tirkî şiêr nivîsandine, mesela ji Tezkîreya Aşik Çelebî û fierefnameya fierefxanê Bitlîsî em agahdar dibin.“ (Bnr. M. F. Köprülü: mad. Fuzûlî îslam ans)

fiair Fuzûlî yê ku di bin tesîra mezin ya kulturên ‹ran û Mezopotamyayê da maye û ji hukumdarê Safevî yê bi eslê xwe kurd şah Îsmaîl Hatayî, û ji walîyê Bexdayê Îbrahîm Xan ra - ê ku ji eşîreke kurdên Mûsûlê ye, û ji gelek kurdên din ra pesinname nivîsîne, gelo çênabe ku ew jî bibe yek ji wan şairên kategorîya jorîn? Piştî maqaleya Fuzûlî em dîna xwe bidin ser“Luxata Manzûm ya Tirkî-Farsî“ hingê wê baştir dîyar bibe ku bi rastî jî pêwîst e mirov bi awayekî berfireh bifikire û ramanê baştir cî bi cî bike. (Bnr. Fuzûlî ve Leyla ve Mecnûn, UNESCO yayini, 1959).

Ji van çend rêzên ku em ji vê ferhengoka manzûm didin, xweş dîyar dibe ku Fuzûlî berhemê çi bêndereke kulturê ye:

Yer zemîn gök asman gün aftab u ay mah

Rûz gündüz gece şeb ulduz sîtare söz suhan

Îldurum berk bulut ebr est damar mîçekîd

Geceler şebha vû baran ya€iş u banga bemen

Tiştekî xuya ye ku Fuzûlî li navçeyeke wek Mezopotamyayê ku lê gelek kulturên cuda yê têkilhevbûyî da gihîştîye, şairekî tirk ê bi eslê xwe kurd e. Ji vî alî va Mewlana çiqas tirk e, Fuzûlî jî ewqas kurd e...



(*) Hêvî, 31 Gulan-hezîran (hejmar 28)

Your account will be renamed biguhêre

03:11, 18 adar 2015 (UTC)

09:23, 19 avrêl 2015 (UTC)