Merheba,

Spas bo alîkariya te ji Wîkîferhengê re. Em dilşa ne ku tu bi me re yî.

Lê te çend peyvên wek Merzêkurd (bi maneya Kurdistan) û Naçeman (bi wateya Mezopotamya) li ferhengê zêde kirine ku guman ji hebûna wan heye. Di Wîkîferhengê de mimkin e ku tenê ew peyv bên komkirin û civandin ku bi rastî di zimanê kurdî de (di devê xelkê de yan jî di berhemên nivîskî de) peyda dibin. Di Wîkîferhengê de rê ji çêkirina peyvên li ti dera din tine re nayê dan. Eger şik û guman ji hebûna peyvekê hebe, hingê divê jê re belgeyên nivîskî werin pêşkêşkirin an ew rûpel dê bên jêbirin.

Em ji te ricayê dikin ku ji rûpelên Merzêkurd, Naçeman û keyaksar re belgeyan bibîne. Çi gava ku te belge ji wan re peyda kirin, tu dikarî wan ji nû ve çêkî. Heta hingê, em ê wan rûpelan rakin.

Bi silavên birayane re, --Ferhengvan (gotûbêj) 01:18, 28 adar 2016 (UTC)Bersiv bide