Gotûbêj:zelîn
Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliyê Balyozxane ve di mijara DP: Hezîrana 2020 de
Jêbirina rûpelê
biguhêreBi tenê serê bêcavkanîbûn nabe sedem ku ev peyv were jêbirin Mohajeer (gotûbêj) 17:16, 1 tebax 2020 (UTC)
- @Mohajeer: Keko, ji ber bêçavkanîbûna maneyekê peyvê tenê ew mane tê jêbirin. Lê ger tenê maneyeke peyvê hebe û ew jî bêçavkanî be û jê re çavkanî peyda nebe, di vê halê de wê ew peyv bi temamî were jêbirin. Nexwe ku tenê maneyeke peyvê bêçakanî be, tenê ew mane tê jêbirin. Li vir jî tenê maneya navdêrî bêçavkanî dixuye. Ango wê maneya lêkerî jê neçe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:32, 1 tebax 2020 (UTC)
- Kak @Bikarhêner: li vir gelek caran li ser bêchavkanîbûna peyvan gotûbêj hatin kirin. Lê ti encam peyda nebû ku ji ber qelsbûna wêjeya kurdî. Her peyv mecbûr nîne xwedî chavkanî be. Kes li vir li gorî xwe peyvan chênake. Kê tishtek bihîstî be, bila binivîse. Eger berbelav bû ew tê wê wateyê ku ew peyv li Kurdistanê heye. Lê eger berbelav nebû, jixwe her chend li vir tomarkiribe jî winda dibe. Bila peyvên wiha hebin heta ku yek bikarhêner chavkaniyê peyda dike an û dibêje li bajarê me tê bikaranîn. Silav û rêz Mohajeer (gotûbêj) 18:05, 1 tebax 2020 (UTC)
- Hevalê Mohajeer, xwezî te li Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Rêbazname berî go xilas bûbana van fikirên xwe gotibane. Li gora rêbaznameya niha divê çavkanî hebê. -- Guherto (gotûbêj) 18:14, 1 tebax 2020 (UTC)
- Kak @Bikarhêner: li vir gelek caran li ser bêchavkanîbûna peyvan gotûbêj hatin kirin. Lê ti encam peyda nebû ku ji ber qelsbûna wêjeya kurdî. Her peyv mecbûr nîne xwedî chavkanî be. Kes li vir li gorî xwe peyvan chênake. Kê tishtek bihîstî be, bila binivîse. Eger berbelav bû ew tê wê wateyê ku ew peyv li Kurdistanê heye. Lê eger berbelav nebû, jixwe her chend li vir tomarkiribe jî winda dibe. Bila peyvên wiha hebin heta ku yek bikarhêner chavkaniyê peyda dike an û dibêje li bajarê me tê bikaranîn. Silav û rêz Mohajeer (gotûbêj) 18:05, 1 tebax 2020 (UTC)
- @Mohajeer: Keko, ji aliyê yekem ve, me van meseleyan jixwe li ser Wîkîferheng:Pîvekên tevlîkirinê gotûbêj kiribû. Li wir me gotibû ku:
- "Peyitandî tê wateya bi rêya yek ji vanan hatiye misogerkirin:
- # Bikaranîna wê bi eşkereyî berbelav e û bi hêsanî dikare were peyitandin,
- # Di sê berhemên cuda yên danerên ne-anonîm yên cihê de hatiye dîtin. Bikaranîna di van berheman de divê serbixwe bin, ango ne tenê referans an nirxandinên bikaranînên dinê bin. Divê di navbera weşandina her sê çavkaniyan de herî kêm salek derbas bûbe.
- Ji bo têgihên folklorî yên di berhemên nivîskî de kêmpeyda ne, reftareke cuda li kar e. Du çavkanî ji bo peyitandina têgihên folklorî bes in. Heke têgihek di berhemeke klasîk de hatibe dîtin, guncan e ew berhem bi tenê wek çavkanî were tomarkirin. Berhemên berî sedsala 20an nivîsandî wek klasîk tên qebûlkirin. Têgihên nû sazkirî heta negihîjine pileya peyitandinê, ti carî tevlî rûpelên serbixwe nayên kirin. Lê ji bo peyv û têgihên bala beşdar û rêvebirên Wîkîferhengê kişandine ku roj bi roj bikaranîna wan zêde dibe û di nav civakê de populer dibin, dê lîsteyeke Nûpeyvên Binavûdeng wek pêvekekê were sazkirin. Dê ev lîste nexasim têgihên teknîkî û nûjen bihewîne. Divê berî zêdekirina li lîsteyê ji bo peyitandina populerbûna van têgihan hewl bên dayîn. Herwiha divê têgih ji hêla rêzikên peyvsazî û zimanasiyê ve jî were nirxandin. Bê pejirandina rêvebirekî têgih nikarin li lîsteyê bên zêdekirin."
- Qaîdeyên me ev bûn.
- Ya duyem jî jixwe em peyvên bêçavkanî bi temamî jê nabin. Wekî ku me li vir diyar kiriye, em li qismê Pêvek:Bêçavkanî zêde dikin. Nmûneten binêre "Pêvek:Bêçavkanî/qomik", "Pêvek:Bêçavkanî/azinte", "Pêvek:Bêçavkanî/derbest".
- Ya sêyem jî gelek peyvên şaş, çêkirî (bi tirkî "sallamasyon") li vir têne zêdekirin. Ev yek jî jidil pêbaweriya Wîkîferhengê dixîne. Lewma biçavkanîbûn pir girîng e. Tiştekî din jî herçiqas zimanê kurdî wek zimanên miletên pêşketî bi temamî derbasî qada nivîskî nebûbe jî ne ewqasî nenivîskî ye jî ku em bêjin bila krîterkekî me yê jêbirinê nîn be. Xwedîkrîterbûn ji bo her qada ilmî pêwîst e, ne tenê ji bo vir. Ji xeynî vê yekê ji ber ku zimanê me wekî miletên pêşketî derbasî qada nivîskî nebûye, me çavkaniyên dîjîtal jî wek çavkanî qebûl kir, û tenê sê çavkaniyan bes qebûl kir, wekî din wê krîterên me xurttir bûna. Li gel silavan. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:26, 1 tebax 2020 (UTC)
- Hevalên hêja, min gelek caran fikra xwe got lê encam derneket. Di vê rêzikê de “Bikaranîna wê bi eşkereyî berbelav e û bi hêsanî dikare were peyitandin“ pîvanên berbelavbûnê tine ne. “Ez okumîsh dikim” jî berbelav e. Ev rêzik xwedî gelek shiroveyan e ku mirov dikare li gorî vê rêzikê peyvên bêchavkanî tomar bike. Helbet peyvên dûrî mentiq divê werin pishtrastkirin lê hinek peyv hene ku tenê li 5-6 gundan tê axiftin. Me ew derfet nîne ku bigehin van deran. Ji ber vê divê bêchavkanîbûn hinekî sist be, silav û rêz Mohajeer (gotûbêj) 18:40, 1 tebax 2020 (UTC)
- @Mohajeer: Kekê hêja, krîtera berbelavbûnê ne krîtereke nediyar e. Sînorên vê krîterê bi giştî diyar e. Mîsalen peyva "av", "kul", "erd", "xanî", "kitêb", "sêlik", "dinya", "lêdan", "xwestin" ev peyv hemû û gelek peyvên din ên pir-berbelav hene ku gava mirov van peyvan li ferhengê zêde bike ne hewceyî çavkanîdiyarkirinê ne ji ber ku jixwe pir têne zanîn. Ev qaîde ji ber vê yekê hatiye. Û ne qaîdeyeke ye ku pir were sepandin ji ber ku peyvên wisa %90 an zêdetir jixwe cihê xwe di ferhengê de girtine. Lewma zen nakim ku problemeke wisa derkeve, lê ji bo peyvên ku wisa hatine zêdekirin jî ger îdiaya bêçavkanîbûnê were derpêşkirin, wê ev peyv jî wekî peyvên din ji aliyê hebûna çavkaniyan, rastnivîs û rastiya peyvê ve were kontrolkirin ku ev yek jî proseyeke normal e.
- Ya duyem, bi ya min hûn li vê qismê şaş difikirin ku wekî ku peyvek/têgihek/gotarek ji Wîkîferhengê bê birin, wekî ku wê ew peyv bi temamî ji zimanê kurdî were birin. Ev mantiq şaş e, ji ber ku jixwe gelek ferhengên kurdî hene, bi hezaran kitêbên bi kurdî hene, bi hezaran wergerên ber bi kurdî ve hene, bi sedan kovar, malper, rojname hene. Yanî mirov bêje belê çapkirina kitêban hinek bimesref e, her kes nikare kitêb çap bike, lê ji bo kovarên normal, kovarên înternetî û malperan jî wisa ye qey? Gava mirov nivîseke biqalîte bişîne kovareke eleqedarê mijarê, helbet çap dikin. Ew nebe, kovarên înternetî hene, ew jî nebe, malperên belaş hene, blogên bêpere hene. Ev qad hemû çavkaniyek in. Û ger peyvek ji Wîkîferhengê bê derxistin ev nayê maneya ji kurmancî bi temamî avêtina wê peyvê. Jixwe esasen karê ferhengvanan, zimannasan jî ev e. Lewma bi ya min bi vê mantiqê fikirîn şaş e.
- Ji aliyê din ve peyveke bi îngilîzî bifikirin ku ji bo wê bi sedan peyv hatine zêdekirin û bêyî çavkanî. Peyvên bêçavkanî bi her awayî problem in. 1 - Mirov dibêje gelo peyvek wisa bi rastî heye an yek dîsa peyveke çirandiye û daniye vir. 2 - Ku peyv heqîtaten hebe jî çima tenê li gundekî heye. Ew peyv tenê li gundekî hebe mirov nikare qeydê ser ferhenga giştî bike, ji ber ku yên werin wê bêjin qey ev peyv li her derê likar e. 3 - Peyvên bêçavkanî mirov nizane çawa têne bikaranîn? Mîsalen carina lêker li vir têne zêdekirin. Lê cureya wan, maneya wan, awayê wan a bikaranînê jî nayê zêdekirin. Li sre navdêran ger cureya wan neyê zêdekirin, mirovek din nikare wê peyvê bi kar jî bîne. Ji bo lêkeran jî ger maneya wan neyê dayîn wê mirov bikaranîna wan nizanibe. 4 - Ya çaran jî pir zêde peyvên çirandî, peyvên nûçêkirî, peyvên ku maneya wan şaş tê dayîn, peyvên neferhengê têne qeydkirin.
- Ji xeynî van jî jixwe me van gotûbêjan di dengdana rêziknameyê de kiribû. Dîsa bi encama 7 - 3 Rêzikname hate qebûlkirin. Lê dîsa jî gotinên te biqîmet in, em dîsa îzah bikin ku jixwe berî Rêziknameyê her rêvebirek li gor dîtina xwe rêzikên xwe tetbîq dikir. Yanî dîsa rêzikên her kesî bixwe (nenivîskî bin jî) hene, me jî tenê yên li gor me maqûl wek Rêziknameyeke hazir kir, û dengdaneke hazir kir. Nexwe dîsa me yê li gor dîtina xwe peyvên ku nû dihatin zêdekirin, li sr înternetê li wan bikola û ger çavkanî nebûya me yê li ser Gotûbêja peyvê binivîsanda û piştî 10 - 15 rojan me wan peyvan jê bibira. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:44, 1 tebax 2020 (UTC)
- @Mohajeer: Ji rêbaznameyê encamek derket, pirraniya bikarhêneran naxwazin peyvên bêçavkanî di ferhengê de cih bigrin. Em jî peyvên bêçavkanî bar dikin Pêvek:Bêçavkanî wana winda nabin. Pêbaweriya ferhenga me bi vî hawî zêdetir dibe. Kesên ku vê ferhengê bi kar tînin gelek caran fikar dikin gelo bi rastî kes vê peyvê bi kar tîne an na. Ku bikarhênerên din werin vir û bêjin em jî dixwazin peyvên bêçavkanî neyên jêbirin, hingê em dikarin dengdanek nû ji bo rojanekirina rêbaznameyê çêkin. --Balyozxane (gotûbêj) 23:45, 1 tebax 2020 (UTC)
- hevalên hêja @Bikarhêner û Balyozxane: watedana “guherîna ziman” bi fikra min ji nezanî hatiye lêzêde kirin. Zelîn bi wateya “semitîn,hulîsîn, kaymak” hatiye bikaranîn. Dibe ku ergin opengin watedaneke subjektîf afirandibe. Ev peyv li herêma Hekarî û Urmiye berbelav e. Divé em wateya vê peyvê biguherînin. Mohajeer (gotûbêj) 20:51, 3 tebax 2020 (UTC)
- @Mohajeer: bira , em ê rûpelê jê nebin, tenê wateya "guherîna ziman" jê bibin, wateyên din lê zêde bikin bi çavkaniyan. --Balyozxane (gotûbêj) 20:53, 3 tebax 2020 (UTC)
- Wisa chêtir dibe lê chavkanî niha li ber dest nîne. Ema peyveke berbelave ku tê bikaranîn, vî mercî tîne cih, silav û rêz Mohajeer (gotûbêj) 21:00, 3 tebax 2020 (UTC)
- @Mohajeer: Min çavkaniyek dît, niha zêdetir lê digerim.--Balyozxane (gotûbêj) 21:08, 3 tebax 2020 (UTC)
- @Balyozxane: gelek spas balyozxane, bi rastî tu mirovekê pir bixîret î Mohajeer (gotûbêj) 21:16, 3 tebax 2020 (UTC)
- @Mohajeer: Malî ava, bira. --Balyozxane (gotûbêj) 21:21, 3 tebax 2020 (UTC)
- @Balyozxane: keko min chavkaniyeke pêbawer peyda kir, rûpela duyem, her wisa lêker e, ez dizelim, ew dizele, hûn dizelin..hwd : [1]
- @Mohajeer: Malî ava, bira. --Balyozxane (gotûbêj) 21:21, 3 tebax 2020 (UTC)
- @Balyozxane: gelek spas balyozxane, bi rastî tu mirovekê pir bixîret î Mohajeer (gotûbêj) 21:16, 3 tebax 2020 (UTC)
- @Mohajeer: Min çavkaniyek dît, niha zêdetir lê digerim.--Balyozxane (gotûbêj) 21:08, 3 tebax 2020 (UTC)
- Wisa chêtir dibe lê chavkanî niha li ber dest nîne. Ema peyveke berbelave ku tê bikaranîn, vî mercî tîne cih, silav û rêz Mohajeer (gotûbêj) 21:00, 3 tebax 2020 (UTC)
- @Mohajeer: bira , em ê rûpelê jê nebin, tenê wateya "guherîna ziman" jê bibin, wateyên din lê zêde bikin bi çavkaniyan. --Balyozxane (gotûbêj) 20:53, 3 tebax 2020 (UTC)
Ev gotar an mane li gorî krîterên Wîkîferhengê nehatiye peyitandin (Girêdana daîmî)
Bi çavkaniyên nivîskî hûn dikarin dîsa lê zêde bikin. Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin.
Bi wateya guherîna ziman tenê Engin opengin bi kar tîne--Balyozxane (gotûbêj) 06:55, 21 hezîran 2020 (UTC)
- Kak @Balyozxane: peyva “zelîn” bi awayeke berbelav li parêzgeha Hekarî û Urmiye li kar e. Bawer im Ergin Opengîn jî xelkê Hekarî ye. Peyva “zelîn” bi wateya “şemitîn, hûlîsin, kaymak” tê bikaranîn. Dibe ku mebesta ergîn opengin “guherîna ziman” be lê ev “guherîna ziman” watekirineke subjektîf e. Eger tu bikarî hevokê nîsanî min bidî ez dikarim siroveyeke berfirehtir bikim. Mohajeer (gotûbêj) 20:41, 3 tebax 2020 (UTC)
- Bira @Mohajeer:, ez peyva "zelîn" bixwe nizanim çi ye. Lê belê min zimannasiya inglîzî xwendiye û "language shift" di zimannasiyê de ne tenê şemitîn e. Wateya wê tenê li ser zimannasiyê. Ku tu dibêjî wateya zelîn ya şemitîn heye, jixwe ez ê dûre bi çavkaniyan hemû wateyên vê peyvê binivîsim û wê jî lê zêde bikim. Li vir pirsgirêk weke têgiheke zimannasî peyva zelînê ye. Engin opengin wateya zelînê berfirehtir bi kar aniye. Ku du zimannasên din vê peyvê bi maneya language shift bi kar bîne, ez ê bêjim bila li vir bimîne. Lê niha nabe. Min lê nêrî zimannasiya kurdî de ew peyv tune ye. Kengî zimannasên me gotine erê ew peyv ji bo "language shift" xweş e hingê em ê jî tevlî rûpelê bikin.--Balyozxane (gotûbêj) 20:51, 3 tebax 2020 (UTC)
- kekê min ji bo zimannasiyê ev peyveke nû ye ku min dîtî hatiye bikaranîn. Dibe ku ergin opengin afirandibe. Lê zelîn bi tenê serê xwe wateya “guherîn” nade lê ergîn li gorî xwe têgehek afirandiye ku niha em nikarin “ziman” û “zelîn” ji hev cuda shirove bikin. Em dikarin têgeha “zelîna ziman” tomar bikin. Lê bi wateya “zelîna ziman” em nkarin mînaka wateya “zelîn” bidin. Wek têgeh xwedî wateyek cuda ye wek peyv jî xwedî wateyeke cuda ye Mohajeer (gotûbêj) 20:57, 3 tebax 2020 (UTC)
- @Mohajeer: Loma ez dibêjim em vê wateyê jê bibin. Ger pirsgirêk tunebe ez wek nepeyitandî dîsa nîşan didim. Ji bo wateya şemitîn min 3 çavkanî peyda kir. --Balyozxane (gotûbêj) 21:37, 3 tebax 2020 (UTC)
- Jêbirina wê maqûl e ku yekem car bi vê wateyê hatiye bikaranîn. Lê dîsa jî chavkanî hebe girîng e, chûnkî ergîn opengîn di zimannasiya kurdî de xebatên hêja hene. Yanî kesekê pêbawer e. Eger di pirtûkeke ergîn opengîn de hatibe bikaranîn bi fikra min jê nebe, lê eger tenê di malperekê dê hatiye bikaranîn, girîng nîne bi min Mohajeer (gotûbêj) 21:45, 3 tebax 2020 (UTC)
- Li gorî Rêbaznameyê divê 3 çavkanî hebin bira, jixwe hemû nivîskarên ku keda xwe didin kurdî cem me hêja ne.--Balyozxane (gotûbêj) 21:55, 3 tebax 2020 (UTC)

- Nehat peyitandin ji ber tunebûna çavkaniyan jê hatiye birin. bnr. Pêvek:Bêçavkanî/zelîn --Balyozxane (gotûbêj) 21:37, 3 tebax 2020 (UTC)