Gotûbêj:ya star

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Balyozxane ve di mijara Etîmolojiya peyvê de

Etîmolojiya peyvê biguhêre

Silav Rewiye tine Ji kerema xwe re hay ji etîmolojiya gelêrî hebe peyva star ji erebî tê. Min guherand. --Balyozxane (gotûbêj) 12:38, 7 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: mala te ava. hevalek gotîbû. lê wey te got divê xweşik lêkolim. Lê ji bo vî peyvî hêj şiphe di dilê min de heye. Ya xêr. Quwet be!--Rewiye tine (gotûbêj) 16:44, 7 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Min vî hundirê ferhenga mîtolojîya kurdî de dît. STAR. Xwedawenda proto-kurd a evîn, adan/bereket, parêzvana malbatê ye. Ji xwedawendên ezmanî ye û bi stêrkan hatiye niman- din. Ev xwedawend di nav huriyan de bi navê Îştar derbas dibe. Di nav gelê proto-kurd giştî de İştar, Star, Stêr e. Bi Înanna ya sumerî re xwedî heman erkê ye. Sumeriyan ji ber vê yekê di metnên xwe de ji bo Înanna him navê Înanna û him jî navê Îştar bi kar anîne.Akadiyan jê re Îştar gotiye. Di nav gelên Mezopotamyayê de navê Eştar jî ji bo wề hatiye bikaranîn. Romayiyan navê Astarte ji bo wê bi kar anîne. Di Încîle de bi navê Aștoreth cih digire. Yewnaniyan bi navê wê di mîtolojiya xwe de sê xwedawend (Asterîa, Asterîon, Astraîa) afirandine û her sê xwedawend jî bi stêrkan re têkildar ki- rine. Îro di zimanên ewropî de peyvên star/starbûyîn tev ji navê vềxwedawendê tên.Di kurdî de dema ku kesek hawara xwe ji xwedê dike bi gelemperî "ya Star, ya hawar" dibêje. Ev kirplêdana "ya Star" hêvî û daxwaza ji xwedawenda evîn û bereketê anku Starê ye. (Bayladı, 2005: 87; Black & Green, 2003; Bender, 2007: 138) Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêjbeşdarî) ye.

Silav Rewiye tine. Bi ya min bi eşkereyî navê star ji erebî ya settar tê. Ferhenga brûskî ya M. Chyet jî dibêje ji peyva ستار(sattār) tê. Lê ji ber ku di destê te de çavkaniyeke heye, em dikarin wek teoriya duyem binivîsin û bibêjin zêdetir çavkanî hewce ye. --Balyozxane (gotûbêj) 10:41, 9 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: dikarî van agahiyan lê zêde bikî {{pirtûk|nivîskar=|nivîskar2=|sernav=Ferhenga Mîtolojiya Kurdî|weşanxane=|sal=|çap=|rûpel=|isbn=}}--Balyozxane (gotûbêj) 11:28, 9 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "ya star".