Gotûbêj:xira kirin

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliye Guherto ve

@Bikarhêner: Wisa 1 baştir e an wisa 1?--Balyozxane (gotûbêj) 19:19, 13 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Ya rast min ferqê di navbera wan de fam nekir, lê awayê duyem baş tê xuyan. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:24, 13 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Qasî ku min dît ferqek tinne ye. Divê ji xira, xera, xirab, xerab em yekî standard hilbijêrin. Berê jixwe xirab ya standarda me bû lê hevalê @Guherto: bêyî şêwirînê xira kirin ji xirab kirin cuda kir. Min jî vegerand berê. {{Chyet}} dibêje xirab kirin baştir e. {{Zana Farqînî}} dibêje xerab baştir e.--Balyozxane (gotûbêj) 20:29, 13 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Balyozxane, min digot qê cuda bûn ji bonî "xirab kirin" yek tiştekî xirab (ne baş) dikê û ber guhê min ew cuda bû ji "xira kirin" (yek tiştekî xira dikê, di devokê min de xira û xirab cuda ne). -- Guherto (gotûbêj) 20:49, 13 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Guherto li vir behsa xirab kirin tê kirin ne tiştekî xirab kirin. Bawer im tu hinek tevlihev dikî. Herwiha li gorî devokan guherandinan neke. Heke tiştekî cuda heye di devoka xwe de, wek entry-ek nû çêke û navê devoka xwe jî binivîse, ya heyî neguherîne. --Balyozxane (gotûbêj) 21:14, 13 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Ez dibêjim te min şaş fêm kir ez digotim be tiştek heye û yek wî tiştî xirab dikê, ez ne digotim be yek tiştekî go xirab e yek dikê. -- Guherto (gotûbêj) 21:16, 13 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Hingê min bibore, bira. Heke maneyak cuda hebe, entryek nû çêke û çavkaniyên xwe bide. --Balyozxane (gotûbêj) 21:36, 13 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto û Balyozxane: Merheba hevalino. Bi ya min hêja Guherto mafdar e. Bi ya min jî cudahiyeke biçûk heye di navbera "xira kirin" û "xirab kirin" de. Her çi qas peyvên "xira" û "xirab" eynî bin jî bi dîtina min ev cudahî heye. Ger bi tirkî bêjim, "xira kirin" ji bo "bozmak" tê bikaranîn, lê "xirab kirin" ji bo "kötülemek". Nimûneten di Ferhenga Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî ya TDKyê de "bozmak" a tirkî wek "xera kirin" hatiye qeydkirin (r. 366), lê "kötüleşmek" wek "xerab bûn" hatiye qeydkirin (r. 481) Belkî we meraq kiribe "kötülemek" jî wek "zem kirin, jê peyivîn" qeydkirî ye, lê xuya ye ku ev maneya li vir ne maneya ku em jê behs dikin e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:50, 20 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Wekî go min got, ev ne eynî peyv in. Maneya wan ne eynî ye. Yek karê bêjê kompûtera min xira bû (hew bi kar tê) yan jî kompûtera min xirab bû (hew baş e). Ma ne baştir e em wan di ferhengê de jî cuda bikin? -- Guherto (gotûbêj) 12:31, 8 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Em (ez û tu) eynî tiştan dibêjin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:08, 8 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
Erê. Min wilo got ji bonî go bikarhênerên dî jî qane bikim. -- Guherto (gotûbêj) 20:17, 8 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "xira kirin".