Gotûbêj:wezareta perwerdê
- Merheba @Hewarwîkîferheng:, nivîsa "perwerdê" nerast e. Ya rast wek "perwerdehiyê" ye. Li vir di nivîsa min de ji peyva "perwerdehî"yê re qertafa "ê"yê tê û ev peyv dibe "perwerdehiyê".
- Formul: "perwerdehî" + "ê" = "perwerdehiyê"
- Di nivîsa te de jî ji peyva "perwerde"yê re qertafa "ê"yê tê û ev peyv bi halê xwe yê dirêj dibe "perwerdeyê", lê te halê kurtkirî nivîsandiye.
- Formul: "perwerde" + "ê" = "perwerdeyê"
- Gava ku yek li peyva ku te nivîsandiye binêre wê bêje qey ev peyv wek "perwerd" e û jê re qertafa "ê"yê hatiye û bûye "perwerdê". Lewma bikaranîna halê kurtkirî, di zimanê nivîskî de zahf rast nayê xuyan ji bo min. --Bikarhêner (gotûbêj) 13:49, 11 pûşper 2018 (UTC)
Li ser wezareta perwerdê gotûbêjekê bide destpêkirin
Rûpelên gotûbêjê cihê ku mirov lê nîqaş dike ka meriv dikare çawa naverokeke baş li ser Wîkîferhengê çêke. Tu dikarî vê rûpelê ji bo destpêkirina gotûbêjekê li ser çawa baştirkirina wezareta perwerdê bi kar bînî.