Bi ya min (hizra min)wateyên 1. û 3. ne gelekî raste. Wateyên 1. û 3. wateya "light" ya îngilîzî û wateya "ışık" ya Tirkî tarîf dike. Lê wateya yekemîn ya "ronahî" "brightness" "luminousness" yan jî "aydınlık" e. Dibe ku wateyek "ronahî" bi îngilîzî "light" jî be lê ew wata gerek di rêza herî dawî de bê. Ji ber vê yekê ez pêşniyar dikim kû wateya 2. bive wateya yekemîn.

Ez meraq dikim pêşniyarên we ji bo "light year" çine? gelo "sala tîrêjî" ? Peyvek ku kok yan jî rehê xwe kurdî be û wateya "ışık" bide gelo kîjane?. Em peyva "şewq" bikartînin lê ew peyv ji erebî? tê. Ez rastî peyva şewl hatim li wikiferhengê. Gelo "şewl" tê wateya "light/ışık" yan jÎ tiştekî din? û ma şewl kurdî ye?

Silav û rêz. Rojhilat (g · b · a)

Vegere rûpela "ronahî".