Gotûbêj:kareba

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Key Mîrza ve di mijara Michael L. Chyet de

Etîmolojî biguhêre

Silav û rêz, Gotina Farisî "ربودن‎" ya di bin kareba#Etîmolojî ve hatîye dayîn bi Inglîzî tê bi wateya "Abduction" û "hijack". Û di Wîkîferheng Kurdî de wek "Dizîn" hatîye wergerandin. Hev-wateya wî bi Kurdî "revandin = ربودن‎" an "dizîn" e. Ne kêşandin an "bar kirin" e.[1] û di Wîkîferhenga Farisî de wateya wî abduct = revandin e. Ti gotinek derbarey kareba = elektrîk nîne. [2] Ev peyama bêîmze ya Key Mîrza‎ (gotûbêjbeşdarî) e.

@Key Mîrza: Çêbû? --Balyozxane (gotûbêj) 18:14, 2 adar 2021 (UTC)Bersiv bide
Silav, Peyva "Kareba" bi eslê xwe ve ji zimanên Îranî tê, ne Erebî ye. Ereb bixwe wisa dibêjin. https://en.wiktionary.org/wiki/%D9%83%D9%87%D8%B1%D8%A8%D8%A7%D8%A1 Key Mîrza (gotûbêj) 12:29, 19 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Michael L. Chyet, Zimanzan nîne. Zimannasên Ereb bixwe dibejin ev gotin bi eslê xwe ve ne Erebî ye. 12:35, 19 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Key Mîrza (gotûbêj) Key Mîrza (gotûbêj) 12:35, 19 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Silav @Key Mîrza carinan peyvên îranî bi riyên cuda dikevin kurdî, yanî dibe ku ev peyv eslê xwe de di kurdî de dihat bikaranîn lê belê êdî nayê bikaranîn û şûnda wê, awayê erebî ketiye kurdî. Chyet çavkaniyeke mezin e bo kurdî. Heke çavkaniyeke din tinebe ku dibêje ji îranî ketiye kurdî hingê divê em li gorî çavkaniya ku di destê me de bi kar bînin. Loma li vir te xeletiyek kir :) Balyozxane (gotûbêj) 13:34, 19 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Herwiha bi maneya elektrîk tenê di erebî û kurdî de heye. Loma ihtimaleke mezin ji erebî ketiye kurdî Balyozxane (gotûbêj) 13:41, 19 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Çavkanî biguhêre

Michael L. Chyet biguhêre

Birêz Balyozxane, Ez Michael L. Chyet'ê baş dizanim kî ye. Gelek carînan pêwendiyên min bi wî re çêbû. Ew bi deh salan di pirtûkxaneya Kongess ya Emîrîkî de wek fîhrîsrvan xebitî. Gelek ziman jî dizane. Lê zimanzan (linguist) nîne. Bi xwe jî Kurd nîne, Cihû ye.

Bi rastî, ez bi te şaş mam e. Bo zêdekirina peyvek di Wîkîferhengê tu 3 referans dixwazî lê ji bo Etîmolojîya peyvek tenê 1 referans têrê te heye. Ma ev ne xerîb/ecêb e? Ma etîmolojî evqas herwe ye? Key Mîrza (gotûbêj) 01:21, 20 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Silav Ezîz @Key Mîrza, belê tenê çavkaniyekê kêm e ji bo etîmolojiyê. Gelo çareseriyeke te heye? Em çawa bikin di vê mijarê de? Balyozxane (gotûbêj) 08:47, 20 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
@Key Mîrza wisa baş e? Balyozxane (gotûbêj) 08:52, 20 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Belê, Sipas dikim. Key Mîrza (gotûbêj) 06:28, 21 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "kareba".