Di gotarê de dibêje: "Hin kes bikaranîna peyva "file, fileh" wek heqaret dihesibînin. Lê peyva "fileh, file" notr e anku bikaranîna wê bi serê xwe ne heqaret û biçûkkirin e. Erê behsa filehan bi xirabî jî tê kirin. Lê eger em li gor wê prensîpê navê gelan û dînan biguherînin, divê em navên nû li ereban, farisan, tirkan, cihûyan, êzidiyan, qereçan, eşîra cîran, jinan, zarokan, mezinan, pîran û her kesî û gelek tiştan bikin ji ber ku navê wan li hin deran bi xirabî jî tê gotin..."

Bi rastî ez şaş mam. Ev çi cûreyê lojîkê ye? Bêguman pirs qet ne ew e ka navên gel û miletên din jî carna bi xerabî tên gotin an na. Pirs tenê ew e: Gelo mirov li ser xwe bi xwe çi dibêjin. Gelo ew dibêjin: "Ez fileh im" an nabêjin? Bêguman Ereb dibêjin: "Ez Ereb im" û Tirk jî dibêjin: "Ez Tirk im" û Cihû, Êzîdî û hwd jî weha dikin. Lê belê eger gelek Mesîhî ji xwe re nebêjin "fileh" û ji wî navî qet hez nekin, ya rast ew e ku navekî din bê bikaranîn.

Ji bikarîner: 93.229.149.177

Bersiv biguhêre

Alman jî ji xwe re nabêjin "alman, elman" lê "Deutsch". Ermenî jî ji xwe re nabêjin "ermenî" lê "hay". Fînlendî" jî ji xwe re nabêjin "fînlendî" lê "suomalainen". Ma ji ber ku alman ji xwe re nabêjin "alman" û fînlendî ji xwe re nabêjin "fînlendî", peyvên kurdî "alman, ermenî, fînlendî" dibin heqaret?!
Navê "file"yan bi zimanê wan ne "file" be jî,bi kurdî file ye. Fileyên ku kurdî dizanin, peyva "file, filetî" wek navê dînê xwe û kesên ji dînê xwe normal dihesibînin û wê peyvê bi kurmancî wisa bi kar tînin.
Li gel silavên germ!
--Ferhengvan (gotûbêj) 15:10, 9 rêbendan 2014 (UTC)
Almanên ku bi zimanê kurdî dipeyivin dibêjin: "Ez alman im". Mesîhî nabêjin "Ez fileh im".
Vegere rûpela "file".