Gotûbêj:fêr

Şiroveya dawî: 4 hezîran 2023 ji aliyê Ferhengvan ve di mijara Cureyê peyvê de

Cureyê peyvê biguhêre

@Ferhengvan, Ghybu, û Balyozxane: Merheba hevalino. Cureyê vê peyvê û cureyê peyva "hîn", "ho" wekî ku di vê rûpelê de derbas dibe "rengdêr" e û xwediyê formên wekî "fêrtir", "hîntir" in, an ev navdêr in? Ihtimalên din: Ger rengdêr jî bin, dibe ku rengdêrên neqiyasbar bin ku formên wan ên komperatîv û superlatîv tine bin. Û ger navdêr bin, divê formên wan ên navdêriyê ên wek "hînê" an "hîna" (wek navdêra mê), "hoyê" hwd jî hebin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:32, 4 hezîran 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav Bikarhêner Di hinek ferhengan de "fêr" (wek di "fêr bûn, fêr kirin") û "hîn" (wek di "hîn bûn, hîn kirin") de bi awayên cuda hatine cûrandin. Hinek ferheng wan wek navdêr dinasînin (bo nimûne Zana Farqînî kurdî-tirkî "m" anku "mê" li ber daniye anku bi nêrîna wî ew navdêr e). Bi baweriya min ew ne navdêr in lê rengdêr in. "Fêr" di "fêr bûn" û "hîn" di "hîn bûn" de dişibin "winda" di "winda bûn, winda kirin" de. Şefîq Qezaz (Shafiq Qazzaz) jî "fêr" di ferhenga xwe de wek rengdêr dinasîne û wek "cognizant; accustomed" werdigerîne. Lê rast e ku "hîn, fêr" rengdêrên neqiyasbar in, ne berhevbar in. --Ferhengvan (gotûbêj) 19:26, 4 hezîran 2023 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "fêr".