Gotûbêj:birr

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Bikarhêner ve di mijara Etîmolojî de

Etîmolojî biguhêre

Durxaneya Cellikanî biguhêre

Ev peyv gelek bi hêsanî tê zanîn ka ji kîjan ripinê derketiye. Ev ji peyva `birrîn`ê peyda bûye. Birr tê maneya parçe, kerî, kom, grûbê. Ez qet fêhm nakim çire nivîskarê sereke yê vê ferhengê hemû peyvên kurdî rast û nerast di peyvên erebî girê dide. Erê bêjehinên kurdî ji erebî derketin lê ne hemû. Bi rastî jî kurdî zimanekî arî ye û bêjeyên wê bi piranî li ser koka proto hind û ewropî ne. Nimûnehinên ji bo siviyandinê vê peyva hanê; ``Birrek mêr vê satê ji mizgeftê derketin, birrek erebe ber bi bajêr ve diçûn, Me pezê xwe kir du birr yek bire ser avê, a din bire ser Xwêdûnê``.

Nivîsa jor ne ya min e lê divê li ser ferhengê nebe, Heke kesek dixwaze nîqaşek li ser wê bike, divê li vir binivîse û bipirse. --Balyozxane (gotûbêj) 10:36, 9 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

@Cellikani, Balyozxane, Ghybu, û Mohajeer: Bi rastî wekî şîroveyeke li ser peyvê dixuye, lê li ser rûpelên peyvan divê şîrove cih negirin. Şîroveyên bi vî awayî divê li ser gotûbêja peyvan bêne kirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 01:04, 10 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "birr".