Gotûbêj:ajel
Şiroveya dawî: 2 hezîran ji aliyê Zerwanda ve di mijara Dest ji çewtiyan berdin, ji kerema xwe de
Dest ji çewtiyan berdin, ji kerema xwe
biguhêreDe baş e me girtî /ajell/ -herçendî ku bi dengnasî ne pêkan bibe jî- ji tirkî /evcil/ bûbe; guherrîna dengên /j/ di zazakî û goranî de /c/ ye nê berevajiya wê yekcarî ne di zimanekî kurdî de pêk tê; çi têkilî pê re heye? Naxwazim wisan bibêjim manê hûn tenê dixwazin bêjeyan wek ku kurdî nînin bidin nîşanê kelevajiyên nezanistî ber pozê xelkê dikin? Em qet nebe ew mînakan rakin dibêjin hûn piştguh dikin. Di peyva kavil de heman tiştî kir; mînaka ku /k/ bûbe /x/ bêpeywendî ye, di vir de jî mînaka /c/-/j/ bêpeywendî ye. Kêmtirîn ew tinebin ji ber ku çewtiyên nezanistî asayî dikin. Di vir de Zazakî *roj > roc nayê berhevdan, Farisî *ker > xer nayê berhevdan; sedemên wan cihê ne. @Balyozxane Zerwanda (gotûbêj) 13:45, 29 gulan 2024 (UTC)
- @Zerwanda Şûnda ku min etîket bikî, hevalê @Ferhengvan etîket bikî çêtir e. Divê ew ji bo etîmolojiyê xwe çavkanî binivîse. Eger piştî 2 hefteyan ti cewab neda, tu dikarî etîmolojiyê jê bibî. Lê belê etîmolojiyeke nû ya bêçavkanî nenivîse. Balyozxane (gotûbêj) 16:50, 29 gulan 2024 (UTC)
- @Zerwanda Ezbenî, hinekî xwe bêhnfireh bike. "Ajel" ji "evcil" ya tirkî be yan ne ji wê be, dinya xirab nabe. Tu bîlasebeb dibêjî guherîna C û J "bêpêwendî" ye. Eger bêpêwendî be, ka ji kerema xwe re bibêje çima "wicdan" ya erebî di kurdî de bûye "wijdan" yan "licne" bûye "lijne" yan jî çima "îcar" (î+car) ya kurdî bi xwe li hin deveran dibe "îjar" û "îja"?
- Berî ku tu bibêjî ku teoriya pêşkêşkirî şaş e, divê ku tu teoriyeke beraqiltir bînî. Yan na, ma peyva "ajel" ji esmanan ketiye xwarê? Eger peyveke resen e, ji bilî çend derên soranî (û belavbûna vê dawiyê ya bi riya zimanê nivîskî) ew çima ne di lehceyên kurdî de û ne jî di ti zimanên din yên lêzim de peyda nabe?--Ferhengvan (gotûbêj) 11:02, 30 gulan 2024 (UTC)
- /c/ên di "wicdan" û "licne" de li dawiya kiteyê ne, anegora dengnasiyê divê bibişivin û /îcar/ li deverinan dibe /îja/ ji ber ku bêjeyeke rojane ye û di navbera du "vowel"ên dirêj de (/î/ û /a/) maye û lewma divê bibişive. nê ne sedemekê heye ku /cil/ a li destpêka kiteyê dagerre /jell/. /evcil/ a tirkî biketa soranî wê bibûya /ewçill~/ lê /ajell/ gelek berguman e. ez nabêjim divê kurdîza bibe an îranî û bi a min jî ne wisan e, lê "evcil" yan "heşere" tenê çêdibe heke meriv pirsgirêkên dengnasiyê piştguh bike.
- herwisan gelek bêjeyên kurdîza di zimanên lêzim de peyda nabe, eva hilwesteke zanistî ye nê neku hergav kar dike. bi min jî dijwar e raveyeke jîrbêj bînim. min gotibû dibe ku peywendî ajotin bibe, ku hindî dûrî hiş nîne çimkî "-ell" wek -ek/-ok/-ik bi kar tê -nexasma di zimanên kurdî ên başûrtir de; "-ek/-ell" gelek caran bo ramana amûr û armancan bi kar tê anku dibe ku pêşiyê wek "canwerê ku bo ajotinê bi xwedî dibe" bûye û paşê guherriye hemû heywanan. bêguman ev jî dîsan bi pirsgirêkên dîrokî ye û pirrî hipotetîk dibe.
- ez tê digihim gazinên te nê di vir de "evcil" û "heşere" teoriyên guncav nînin û sedema agihandinên çewt dibin. Zerwanda (gotûbêj) 11:35, 30 gulan 2024 (UTC)
- Ezbenî, çima “îcar” bi gotina te “peyveke rojane” ye û dibe guherîbe lê “ajel” na? Ma “ajel” ne peyveke rojane ya kesên xwedîajel e li wan deveran yên ku peyva “ajel” dixebitînin?
- Peyva “ajel” ti têkilî bi peyva “ajotin” ve nîne ji ber ku 1) “ajel” di soranî de tê bikaranîn lê peyva “ajotin” di soranî de nîne (hevwateya wê bi soranî “lêxurrîn” e) û paşgira “-el/-il” rehê lêkeran nagire. Ferhengvan (gotûbêj) 18:44, 30 gulan 2024 (UTC)
- "bêjeyeke rojane" wek ku nêzîkê "filler word"ek e, anku di peyiva rojane de gelek caran bi ramana "niha" li destpêka hevokê bi kar tê û bi lez gotinê dibişive (tenê li deverên ku wê wisanî bi kar tînin ew dibe /îja/, li ên dinê wek /îcar/ e; wek "vê carê" û /vêja/). gelek bêjeyên wisan hene ku wateya "niha" didin û bêyî mebesteke yekane li destpêka hevokê datên, bêjeya "niha" bixwe jî tê de ku min bihîstiye wek "na" dilêvînin yan di soranî de "êsta" bi heman awayî dibe /êsa/; eva ne mînakek e ku meriv bikare wek "bişivîna /t/ di kurdî de" bine pêş, ew di vê kontekstê de "bêjeyeke rojane" ye. navdêr bi heman awayî "rojane" nabin, anku heywan di vir de nayê berhevdan.
- herwiha /evcil/ hêj ne bi ti awayekî dikare bibe /ajell/, wek min gotî, anegora guherrîna dengan di soranî de bibûya /ewçill/ yan tiştek nêzî wê nê /evcil/ pêkan nîne wek /ajell/ biguherre. dibe ku /heşere/ wisan, lê /evcil/ na. herwisan bîr ve meke ku guherrîna dengan di bêjeyên xwemalî û bêjeyên beyanî de heman rêzikan naşopînin.
- ewa ku "ajotin" di soranî de tinebe ne giring e ji ber du tiştan: 1) jixwe min angaşt nekir ji reha dema niha a wê lêkerê bixwe tê, ew jixwe nabe çimkî ew /ajo/ ye. nê hevreheke ajotin dikare bibe ku bi vî awayî werar bûbe. 2) min tenê wek pêkaniyekê ew pêş niya, gelek hêsanîka dikare rast nebe. nê ez gelek bawer im ku ew ji /evcil/ > /ajell/ berhiştir e.
- û tiştek din; bêjeya "evcil" heta sedeya 20an bi ramana "kedî" bi kar nehatiye. ramana "malovî, kedî" ber modêla firengî "domestique" û erebî "ehlî", hatiye guhartin û (anegora nîşanyan) heta 1934an tewr di tirkî de nehatiye tomarê. di vê kêliyê de çendî lê dinihêrrim pêkaniya ku ji "evcil" bibe hindî kêm dibe.
- herwiha bonûs 3) "ajotin" di kurdiya navendî de heye (ramana wê piçek cihê ye; wek êriş kirin, hilkutan û hwd.) binêrre li henbane borîne, ferhengî xall, ferhengî kanî... (wek badînanî/zaza nehatine tomarê û ne jî wek bêjeyên standî) "lê xurrîn" soraniya standard û mediyatîk e û berbelavtir e nê li her deverê nîne. dîsanî, ew zêde tiştan naguherre, wek ku berê gotî dikare peywendiya wan nebin jî. Zerwanda (gotûbêj) 19:34, 30 gulan 2024 (UTC)
- Ti têkiliya dengguherîna “c” bi “j” bi rojanetiya peyvan ve nîne. Licne qet ne peyveke rojane ye lê dîsa jî bûye lijne.
- Heta eger evcil di tirkî de peyveke nû be jî (dibe ku ne nû be lê nisbiyen nû hatibe qeydkirin jî) lê dîsa qeydkirina “ajel” gelek ji wê nûtir e loma dikare ji wê be.
- Hebûna “ajotin” di ferhengên Xal, Henbane borîne û Kanî de qet nayê wê wateyê ku ew peyv bi xwemalî di soranî de heye/hebûye. Di ferhengên Xal û Henbane borîne peyvên kurmancî jî hene, ne tenê yên soranî. Ji xwe Kanî ferhengeke kurmancî bi soranî ye (ne ferhengeke peyvên soranî ye).
- Di ser her tiştî re: me du ihtimalên heyî yên etîmolojiya peyva “ajel” dane, min megotoye ku illeh ew ji tirkî be. Te ti teoriyeke beraqil kê re pêşkêş nekiriye. Ferhengvan (gotûbêj) 00:31, 2 hezîran 2024 (UTC)
- min sedema licne/wicdan di serî de gotibû, sedema îcar jî tenê ji rojanetiyê na nê dengên dirêj ên /î/ û /a/ ne. ez jî çendî li pêkaniya "ajotin" dinêrrim kêmtir berhiş dixuye bo min jî nê herçawan bibe "evcil" rasterast ne pêkan e. hercarî sedemeke beraqil nabe ji bo bêjeyan, dikarî vala jî bihêlî an "nayê zanîn/nevebirrî" jî tomar bikî. heke "evcil"ê hêj wek pêkaniyekê dixwazî binivîsî, qet nebe qala pirsgirêkên dengnasiyê jî bike. herçi be ez westiyam ji wê êdî, çawan dixwazî wê bike. Zerwanda (gotûbêj) 09:13, 2 hezîran 2024 (UTC)