Gotûbêj:Drakula

Şiroveya dawî: berî 5 salan ji aliyê Bikarhêner ve di mijara Rêbazên Wîkîferhengê de

Rêbazên Wîkîferhengê biguhêre

Hevalê/a ku vê rûpelê çêkiriye vê gotarê wek gotarek Wîkîpediyayê çêkiriye. Qaîde û rêzikên Wîkîferhengê hene. Divê ev gotar ne li vir, ser Wîkîpediyayê bihata çêkirin.

Nivîsa berê:
"Mîrê Eflak a herêmek ji Romania ye. Kurê mîr Mircea ye. Mircea dema rabu ser text navê wî danîn Vald 2. Dema ku tevlî terîqeta "Ejdeha" ya ku pismîrên malbatên beg ên Ewrupi bû, navê wi bi zimanê Romani danîn Dracul (Ejdeha), u ji pismîrê wî re jî gotin Dracula (Lawê Ejdeha)

Vlad 2, demeke dirêj li hember Împeratorîya Osmanî sekinî. Lê di sala 1442'an otorîteya Osmanîyan qebûl kir û her du kurrên xwe Vlad Tepeş û Radu şand Stenbolê. Her du pismîr heta 1448'an li Împaratorîya Osmanî man, piştî ku Mircea mir, vegerin welatê xwe.

Wlad Tepeş wxest ku bi alîkarîya Osmanîyan rabe ser text lê bi ser neket. Di sala 1456'an bi alîkarîya hikumdare Hungarî Yanoş li hember Vladislav 2 bî ser ket û bû mire Eflak.

Ji sedema gelek salan bi tirsa kuştin û di hewaya xerab de jîyabû Vlad xwediyê psikolojîyek xirab bû. Bi sedema kuştina malbata xwe gelek kesên rêvebir bi xwarina jehrî di davetekê de kuştin. Li hember gelê xwe, Bulxar û Tirkan zordariyek dijwar meşand. Bi hezaran kes dan kuştin. Zordarîya wî li Ewropa û Asyayê belav bû. Di erişeke Osmanîyan de têk çu û revî Hungaria. Brayê wî Radu rabû sert têxt. 12 sal li Hungariayê dîl hat girtin. Piştî mirina brayê xwe çu ser mezheba Qatolik u hat berdan. Careke din vegerîya welatê xwe lê salekê li ser text ma û 1475'an di erîşeke Osmanîyan de têk çu u li nêzîkî Bucharest hate kuştin

Bedena wî nêzîkî çemê Dunayê hat veşartin. Piştî çend salan gora wî hat vekirin le termê wî nehat dîtin. Li ser ve buyerê gelek efsane di derheqê wî de çêbûn. Di nava gel de wek nemir hat naskirin. Gelê Romanî hê jî Dracula wek qehremanek dibîne û bawer dikê ku di nava gel de dijî û di şevê de hevdîtinên bi mirovên nemir re çêdike." --Bikarhêner (gotûbêj) 11:55, 9 adar 2019 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Drakula".