Alîkarî:Guhartin

(Ji Alîkarî:Guherandin hat beralîkirin)

Mafê her bikarhênerê/a Wîkîferhengê heye ku rûpelên heyî jî biguhêre tevî ku ew rûpel ne wê / wî bi xwe çêkiribin jî.

Çi guhartin? biguhêre

Armanc ew e ku hemû bikarhêner beşdar bibin û rûpelên heyî jî bên kemilandin û dewlemendkirin.

Bo nimûne, ger di rûpelê de tenê wateyek anku maneyek ji peyvê re hatiye dan lê wê peyvê du yan zêdetir wate hene, tu dikarî wateyên jê kêm lê zêde bikî.

Ji bikarîneran bi taybetî tê hêvîkirin ku wergerên peyvê yên bi zimanên biyanî bidin.

Vandalîzm biguhêre

Lê mafê bikarîneran nîne ku rûpelên heyî vala bikin yan tiştên bêrêz yan xirab binivîsin.

Bêrêzî û xirabî dê bên jêbirin.

Her kesa/ê ku çend caran rûpelan xirab bike, dê guhartina vê ferhengê êdî lê bêt qedexekirin.