yeka me tune bû lê niha pêncên me hene
Gotineke pêşiyan
biguhêreyeka me tune bû lê niha pêncên me hene
- divê mirov wekî hêz û derfetên xwe tev bigere
- Lawik ji bazara deveyan bi reverev tê û ji bavê xwe re dibêje:
Bavo deve haline bi zêrekî, em bistînin?
Bav dibêje:
na lawo, nestine.
Di demeke dirêj bi şûn de tê û dibêje:
Bavo deve bûn bi du zêran.
Bav dibêje:
Na!
Dîsa piştî çend mehan bi şun de law tê û dibêje:
Bavo deve bûne bi sê zêran!...
Bav dîsa dibêje:
Na!
Çend meh diborin dîsa law bavê agahdar dike
Bavo deve bûne bi pênc zêran.
Bav dibêje:
Lawo here bikire!..
Lawik bi matmayî ji bave xwe dipirse:
Bavo çima deve bi yek zêrî bûn te nekirîn, lê derketine pênc zêran tu dibêjî here bikire?
got:
Wê çaxê yeka me tune bû lê niha pêncên me hene, wê demê me ew jî nedidît, lê îro ji wê zêdetir jî hene.[1]
- Lawik ji bazara deveyan bi reverev tê û ji bavê xwe re dibêje:
Werger
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ↑ Ferhenga Biwêjan, Mustafa Borak, r.386