xwelîliser, ma bavê te mezbete xwendiye, yan kalê te mezbete xwendiye!
Biwêj
biguhêrexwelîliser, ma bavê te mezbete xwendiye, yan kalê te mezbete xwendiye!
- ma ew tiştên ku tu jê fêm nakî û kal û bavên te nediye, çi karê te pê ketiye?
- wekî ku gur gotiye, xwelîliser, ma bavê te mazbete xwendiye, yan kalê te mezbete xwendiye? ew jî kertiya min bû, min çima wisa safesafji wî bawer kir? (bnr. çîrok) rojeke rovî hema ji nişke ve seqeseq di cihekî teng û ase de rastî gur te. cihekî wisan e ku rovî nikare bireve. rovî dizane ku gur birçî ye û de wî bixwe. ji hewla canê şirîn çavên xwe li dor xwe digerîne, tene li erdê kaxezeke dibîne, hema di we navbere de kaxeze dixe deve xwe û li heviya gur disekine. gur dibêje: "rovî tu dizanî ez birçî ımrne û ez ê te bixwim!" rovî dibêje: "ezbenî bi rastî ez fili tedigeriyam. ez xebera xweji te re bi bejî, dîsa tu dizanî heke dixwazî dîsa mift bixwe. "gur bi awayekî eceb lê dinere û dipirse: "tu çima li min digeriyayî? tu ye çi ji min re bibejî?" rovî bi şanazî qirika xwe diwerimîne û dibêje: "minji seroken he ft dewletan mezheteyekji te re aniye. seroken heft dewletan ew mor kirine. tê de dibêje: 'kenge ku gur ev mezbete ji we re anî, hûn de he xirecir pezeke hidine.' çav e te ronî gure bi rez, edî be zehntel (i be teşqele jiyana te we hikeve nav aramî û rehetiye." gur dikeve nav dubendiye. hinekî difikire; dibîne ku ev yek derfeteke pir mezin e. ji rovî dipirse: "ka ez ê çawa bikim? ewyek de çawa bibe?" bi ve pirse re ruh te ber rovî, dibîne ku wa ye gur dixape; bi aramî wî diber-sivîne: "gure birez, tu ye ve mezbete bihî bidî şiven, ew e jî bixwîne û pezekî bide te û te beyî, bi rehetî bixwî." gur ji xwe re dibêje, welehî tiştekî baş e, ku wisa be, jiyana min de pir hesan be. gur mezbete jê dixwaze, rovî kaxeza di deve xwe de didiye. gur kaxeze digire û ber bi keriye ku diçere ve diçe. rovî jî li serê gir bi kef û eşq li wî temaşe dike. çawa ku gur bi aramî û ji xwe bawer hedî hedî nezîkî keriye pez dibe, segen şivan tev bi ser gur de erîş dikin. gur dixwaze xwe ji wan xelas bike ku mez-beta xwe nîşanî şiven bide. lê segen gurex didine ser, wî asteng dikin. di nav lepen segan de hinekî xwe nezîkî şivan dike, lê şivan bi çoye xwe ye zexm çend heban li serê gur dide. gur meze dike ku ji deste kûçikan xelas bibe jî nikare ji deste şiven xelas bibe. hewl dide xwe ku ji wir dûr bikeve. piştî bhîn, xwîn û xwedane zor xwe digihîne cihekî ewle. di nav bhînan de, di nav xwîn û xwedane de dike hilkehilk û ji xwe re dibêje: "xwelîliser, ma have te mezbete xwendiye, yan kale te mezbete xwendiye?! "[1]
Werger
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ↑ Ferhenga Biwêjan, Mustafa Borak