tofana mêjî
Çavkaniya vê peyvê tune ye û ji ber wê peyitandina agahiyan ne mimkin e. Ji bo başkirina vê peyvê ji kerema xwe re çavkaniyan pê ve bike. Herwiha binêre gotûbêja li Wîkîferheng:Daxwazên peyitandinê. (+) Li çavkaniyê bigere: "tofana mêjî" – nûçe · kitêb · zanyar · wêne |
Kurmancî biguhêre
Bilêvkirin biguhêre
biguhêre
tofana mêjî
- teknîkek e ji teknîkên komî yên afirînerîyê ku bi vê teknîkê hewl ji bo peydakirina pirsgirêkeke dîyarkirî tê dayîn. Ev yek jî bi rêya komkirina lîsteyeke ramanan çêdibe ku bi awayekî spontane tên hişê endamên vê koma teknîkên komî yên afirînerîyê. Bi gotineke din, tofana mêjî, ew rewş e ku tê de komeke mirov bi rakirina astengîyan dicive da ku bikarin fikrên nû û çareserîyan li ser qadeke dîyarkirî biafirînin. Kesên beşdar dikarin bêtir azadane bifikirin û ew bi qasî ku mumkîn e fikrên nû yên spontane pêşnîyar dikin. Hemû raman bêyî rexne tên notkirin û piştî daniştina tofana mêjî hemû raman tên nirxandin.
- Divê li ser vê meselê bisekinin. Her sazî di vî warî de weke tofana mêjî, bo xwe nexşeya xebatê ber xwe bide, di nav sazîyan de hevkarî u hevparîyek xurt divê pêk bînin. — (Muhammed Ata YÜKSEL, Li Ser “Komxebata Rewşa Zimanê Kurdî Ya Piştî Rewşa Awarte” Çend Peyv [arşîv], feqiyusa.blogspot.com, 13.09.2019)
Etîmolojî biguhêre
ji îngilîzî brainstorming. Ev term ji hêla Alex Faickney Osborn ve di kitêba bi navê Applied Imagination de hatiye popîlerîzekirin.
Werger biguhêre
- Îngilîzî: brainstorming → en
- Tirkî: beyin fırtınası → tr