te dî ez im, nedî diz im

te dî ez im, nedî diz im

Ji wêjeyê

biguhêre
  • Vêxistina agirê Newrozê li wan salan cirmekî giran bû. Dibe ku ji ber wê qurnazîya bajarîbûnê, wan xwestiye vî sûcî bikin stûyê gundîyan de. Te dî ez im, nedî diz im! Yanî, ger operasyona komandoyan çêbû, jixwe, dikeve stûyê gundîyan, na, ger kes nehat girtin, mêrxasî dê bibe pahra xortên Farqînê. Îhtîmal e ku boşatîyan şik birîye ser vê yekê, rabûne pêşîya wan biriye, ew qefaltine. Bona ku vêxistina agir di milê wan de nemîne, bona ku komando neavêjin ser gund, bona ku pêsîra xwe ji destê hukûmatê xilas bikin, bona ku jin û qîzên wan nebin bi rojan li qereqolê, di tabûra leşkerîyê de hezar fiêlên xirab bi wan nekin, rabûne ew teslîm kirine. — (Roşan Lezgîn çîrrokek Aram Gernas şirove dike, Amidakurd.com, 3/2008)