sim sima kerê ye, fêl fêle perê ye

Kurmancî biguhêre

Biwêj biguhêre

sim sima kerê ye, fêl fêle perê ye

  1. xwestine ku min bixapînin lê, ez dizanim ku kê ev yek ji hêla kê ve hatiye plankirin
    hûn nikarin min bixapînin. ere, sim sima kerê ye, fêl fêlê perê ye. (bnr. çîrok) xesûyeke pir xerab û temahkar hebûye. sê hebjî bûkên wê hebûne. navê bûka herî piçûk perê bûye. perê jineke biaqil zana û jîr bûye. xesûya wan nanê tisî jî bi hejmar dide bûkên xwe. lê ji ber ku zehf hindikî dide, bûk tim birçî dimînin. ji ber wê jî gelek caran nan ji teşta nan didizin û hinekî pê birçîbûna xwe derbas dikin. xesûya wan mêze dike ku nan tê dizîn, teşta nên dibe datîne serê xênî yê jor. dema ku wê biçe der cînaran, ji teşte heyanî devê dêrî ard direşîne ku heke hinek bixwazin nan bidizin, bila rêça wan bê xuyan û ew hesab ji wan pirs bike. rojekê her sê bûk jî pir birçî dibin. nizanin bê ka çawa bikin. xesû çûye derve lê ji ber ku ard li dor teştê reşandiye bûk nikarin nêzîkî teşte bibin. di dawiyê de perê ji jintiyên xwe re dibêje: "min çare yek dît.hûn herin ji min reji tewlê kerê derxînin û hinin. " her du bûk kerê tînin, perê li kerê siwar dibe, heya ber teşte diçe û xwar dibe ji teştê nan derdixe û dîsa li ser pişta kerê heya ber dêrî tê û peya dibe. ew û jintiyên xwe têr nan dix win. perê dibêje: "qizikno, kerê li her dêrî hihêlin, bila xesûya me hew bizanibe ku kerê nan xwariye." demekê bi şûn de xesû tê teştê tese-le dike ku nan kêm bûye bang dike bûkên xwe û dibêje: "keçê t/îzên keran, ka bibêjin kê ev xwariye?" bûk sond dixwin û dibêjin: "me nexwariye, va ye .y opa kerê ye. xuya ye ku kerê nan xwariye." xesû li şopa kerê mêze dike, li bûkan mêze dike û di dawiyê de dibêje: 'sim sima kerê ye, fêl fêlê perê ye. [1]

Werger biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. Ferhenga Biwêjan, Mustafa Borak