paxav

  1. Binêre pax.
    • Li meydan û sikakên bajêr, bi hişek sar û bi dilekî xeyidî digere yê mayî. Li çavên xelkên ku bêpaxav tên û diçin dinêre, dide ser şopa bêhna ya çûyî ku ji hembêza bajêr derketibû û berê xwe dabû bajarekî din. Carna dîmenek xumamî, ji ya çûyî, di camekanên li hember wî de li ber çavên wî dilîze û serê wî bi lez li pişt wî dizîvire, lê kesek wilo ku hêvî dikir li dû xwe nabîne, çavên wî vekirî xewnan dibînin, hişê wî li xap û xîpên bi kelem werdibe. Divê yek jê re bibêje tu kesek çûyî tune ye ku siya xwe hiştibe li dû xwe. — (Rifat Arya: Zenûn, Diyarname.com, 5/2007)