Kurmancî biguhêre

Rengdêr biguhêre

manewî

  1. arişî, ruhî, canî, giyanî, exlaqî, moralî, psîkolojî, sincî,
    ne madî yan bedenî
    alîkariya madî û manewî (hem pare û hem jî sempatî),
    zarrokên manewî (zarrokên ku ne yên kesekî bi xwe ne lê wî xwedî kirine),
    Gelek kes Mistefa Barzanî wek babê manewî yê neteweya kurd dipejirînin.

Herwiha biguhêre

Ji wêjeyê biguhêre

Rewşenbîr û nivîskarên ku êş nekişandine hêjmara wan pir kêm e. M. Uzun herçend bi awayeke ferdî êş kişandibe jî, gelê Kurd bi xurtî xwedî lê derketiye û bi qasî ku hewce bûye zêdetir, qedir û qimetê nîşan dayê. Orhan Pamuk û Ahmet Altan dibêjin “Kurdan qîmeta Mehmed Uzun nezanî” Ev daxuyaniyên wan, an nîşan didin ku ew ji rastiyê ne hayedar in an jî ev yek gilî û gazincên asayî yên rewşenbîran in. Piştî ku nexweşiya wî ket rojevê, navê wî li pir deran hat lêkirin. Bi taybetî jî Şaredariya Amedê ji aliyê madî û manewî ve pir xizmet girtin ser xwe. Hem belediye bi xwe seferber bû hem jî ew şevbêrkên dengbêjan ên ku ji bo xatirê wî hatibûn amade kirin gelek watedar bûn. Herwiha hin rewşenbîrên Tirkiyeyî û hukumeta Kurdistanê jî xwedî lê derketin. Heta niha kîjan rewşenbîr bi merasimeke ewqas berbiçav û girseyî hatiye rêwî kirin. Ger mirov bibêje Kurd xwedî li M. Uzun derneketine, neheqî ye.

(Aydin Dere: Pişti Mehmed Uzun rexneyên vekirî, Amidakurd.com, 11/2007)

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî [Peyv?]

biguhêre

Werger biguhêre