Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî konkurens konkurens
Îzafe konkurensa konkurensên
Çemandî konkurensê konkurensan
Nîşandera çemandî konkurensê wan konkurensan
Bangkirin konkurensê konkurensino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî konkurensek konkurensin
Îzafe konkurenseke konkurensine
Çemandî konkurensekê konkurensinan

konkurens

  1. hevrikî, rikeberî, pêşbazî, pêşbirk, misabeqe, sîbaq, milmilanê, riberiz, munafese

Ji wêjeyê biguhêre

Vebûna TRT 6 wekî kanalek bi zimanê kurdî li Tirkiyeyê gaveke ku divê gavin din jî li pê xwe bîne. Bi dîtina min ev gav dê qeşaya heştê salî ji qedexekirina zimanê kurdî ku bi rengekî fermî, tund û tûj bû, bihelîne. Tê gotin ku ajandaya dewletê heye. Ne ji bo xêra kurdan e. ez jî vê dibêjim. Her ew ne ji bo çavên me ên reş e, ne jî ji bo parastina zimanê me ye. Lê bi çi awayî be dê rolek girîng bilîze.

Berî her tiştî dê rêya konkurensê (munafeseyê) li pêş medyaya kurdî veke û bihêle ku guhertin çêbibin (eger ew bi xwe spehî û baş be). Dê qedexeya li ser zimanê kurdî sist bike. Û divê em ji bîr nekin ku ev kanal ne diyariya dewletê ye ji kurdan re. Ew bi zorê hatiye meydanê. Bi xwîna hezaran keç û xortên kurd û xebateke bêrawestan ku bi dehê salan dom kiriye* . Erê wê dewlet di rêya vê kanalê re nêrîna xwe û belkî jehra xwe jî bi kurdî bibêje. Lê ne xem e. Divê mirov ji xwe bawer be û ji vê yekê netirse. Li şûna ku em kesên tê de bixebitin wekî xayîn bi nav bikin, em dikarin rê ji temaşevanên xwe yên nû re vekin û xwe pêş bixin.

(Jan Dost: TRT 6, aliyên spî û yên reş, Diyarname.com, 1/2009)

Etîmolojî biguhêre

Ji latînî