Kurmancî biguhêre

Biwêj biguhêre

keç revandin

  1. ji bo mehrkirinê ji alîyê hezkirîyê wê ve ji mala bavê derxistina keçê[1]
    • Keç revandin di (nav) Ekradan da 'eyb (şerm) nîne, lakin bi riza. Bê riza keçê nabî. Wekû keç û kurî hevdû hebandin û bab, da (bav û dêya) keçê nedane wî kurî, îcarê (kur) ewê keçê direvîne, dibine mala axayekî û yanê şêxekî. Û xweyêd (xwediyên) keçê bi pey dikevin. Eger li rê rast hatî, keçê û kurî herduyan dikujin. Eger rast nehatî, selamet çûn, êdî xweyê keçê qadirê tiştekî nabî (nikare tiştekî bike). Îcarê ew axa û ew şêx ko keç û kur çûyîne malê, dikevine mabeynê (navberê). Eger malê wî kurî jî tunebe ji kîsê xwe û yane ji cîranan miqdarekî malî û dirav berhev dikin û dibin diçine mala xweyê keçê û rica dikin, Elbette sulha wan dikin (wan li hev tînin). Û ewê keçê li wî kurî mar (mehr) dikin û dijminî radibe. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 55, ISBN 9789944360678)

Werger biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. Mehmet Oncu, Ferhenga Biwêjan, Sîtav, 2014