kîler
Navdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | kîler | kîler |
Îzafe | kîlera | kîlerên |
Çemandî | kîlerê | kîleran |
Nîşandera çemandî | wê kîlerê | wan kîleran |
Bangkirin | kîlerê | kîlerino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | kîlerek | kîlerin |
Îzafe | kîlereke | kîlerine |
Çemandî | kîlerekê | kîlerinan |
kîler mê
- kulîn, embara qûtî, kundîl, kuling, embar, mexzen, depo
- Xerabe û bermayîyên bajarê Deqyanûsî ji nik xelkê gundên derdorê ve hatiye texrîbkirin, kevirên wir ji bo ku di avahiyan de bêne bikaranîn, derxistine birine. Dîsa bi mebesta ku dê gencîne (xezîne; defîne) tê de bibînin gelek avahîyên dîrokî hatine hilweşandin. Herwisa, ji ber wê polîtîkaya dewletê ku me behsa wê kir, ev cihên dîrokî yên li Kurdistanê bi tevayî bêxwedî hatine hiştin. Ciyên wisa dîrokî ger qesten neyên texrîbkirn jî, çi dema ku lê xwedîtî neyête kirin û nayên parastin, dikanin ji ber rewşa xwezayê xwe bi xwe ji nav biçin. Digel viya, bermayîyên dîwar û bedena dora bajêr hîn jî bal dikşînin. Li hin deran cuhên avê û sarinc, cihê esirîna tirî (masere), embar û kîlerên ku di nav zinaran de yan jî li bin erdê hatine vedan, hîn jî tên xuyakirin. — (Roşan Lezgîn: Cihê Rastîn Yê Eshabê Kehf, vekolînek e ku hê nehatiye weşandin, 7/2008)
Etîmolojî
biguhêreJi tirkî kiler ji yûnaniya bîzansî κελλάριν (kellárin), ji yûnaniya helenî κελλάριον (kellárion), ji latînî cellārium.